118 leşkerên muvazzaf ji FETO hatin girtin

118 leşkerên muvazzaf ji FETO hatin girtin

118 leşkerên ku di operasyona FETO de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Hat ragihandin 118 leşkerên ku berî niha di operasyona ku li dijî birêxistinîbûna FETO ya di nav TSKyê hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.

Di bergeha lêpirsîna ku berî niha derbarê FETO de hatibû destpêkirin de derbarê 216 leşkerên muvazzaf de qerara binçavîyê hatibû dayîn û ji van 216 leşkeran di operasyonên ku li çend bajêran hatin kirin de 195 leşker hatin binçavkirin.

Di encama darizandina ku hat kirin de 118 leşker hatin girtin, 42 leşker bi şerta kontrola edlî û 23 leşker jî ji ber ku serî li qanûna poşmanîyê dan hatin berdan.

25 leşkerên ku derbarê wan de qerara binçavîyê heye ji bo bên girtin xebet berdewam dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.