15ê Tîrmehê zafera temamê Tirkîyê ye

15ê Tîrmehê zafera temamê Tirkîyê ye

Serokomar Erdoganê di bernameya ku li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê hat tertîpkirin de axivî destnîşan kir 15ê Tîrmehê zafera temamê Tirkîyê ye.

Li Stenbolê li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê di salvegera 2yemîn a teşebûsa darbê ya ku bi piştgirîya Amerîka ji teref FETO ve hat kirin de bernameyek hat tertîpkirin.  Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî bernamê bû û derbarê girîngîya rojê de axavtinek kir peyama yekîtî û digelhevîyê da û destnîşan kir 15ê Tîrmehê zafera temamê Tirkîyê ye.

Erdogan di axavtina xwe de diyar kir ew ê 15ê Tîrmehê qetîyen ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 15ê Tîrmehê bo me di dîrokê de qeydek e. Înşaallah me deftera darbeyan bi şerta ku careke din venebe girt. Wê şevê hinek kes bi me dia dikirin û hinek kes jî bi biserketina FETO dia dikirin. Em ê van her du terefan jî ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin.  Ji wan kesên qatil ên ku wê şevê li welatê xw eîxanet kirin û di ser millet de berik reşandin re cezayên herî giran tên dayîn. Me milên wî melûnê li Pensîlvanyayê yê ku hîle, derew û teqîyeyan dike jê kir.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler