18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

Di 17ê Tebaxa sala 1999an di seat 03.02an de Golcuka Kocaelî wek navend erdhejeke mezin pêk hat, îro ji ser vê Erdheja Marmarayê tam 18 sal derbas bûn.

Ji ser wê erdhaja ku di 17ê Tebaxa sala 1999an di seat 03.02an de Golcuka Kocaelî jê re wek navend pêk hat tam 18 sal derbas bû. Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîma ku tê tertîpkirin û bi diayên ku tên kirin tên yadkirin.

Li gor daneyên ku hatine ragihandin erdheja ku 45 saniye dewam kir ji Enqerê heta Îzmîrê xist bin tesîra xwe û di erdhejê de tev de 17 hezar 480 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûn û 505 kes jî seqet man.

Di encama erdheja ku berî vê 18 salan pêk hat de tev de 285 hezar û 211 mal, 42 hezar û 902 kargeh zirareke mezin dîtin.(ÎLKHA)

 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.