2 ciwan di çemê Êlih û Dîcleyê de xeniqîn

2 ciwan di çemê Êlih û Dîcleyê de xeniqîn

DİYARBAKIR - Diyarbakır'ın Dicle ilçesinde bulunan jandarma taburuna bombalı araçla saldırı düzenlendi. Saldırıda bir asker hayatını kaybederken 26 kişi de yaralandı.

Li Êlihê du hedîseyên xeniqandinê çêbû. Ji 2 ciwanan yekê wî ji bo hênikbûnê têket Çemê Êlihê û  wek xeniqandî jiyana xwe ji dest da. Her wiha li navçeya Heskîfa Êlihê ciwanek jî bi heman şiklê ji bo hênikbûnê têket Çemê Dîcleyê û wek xeniqandî jiyana xwe ji dest da.

Gor agahiyênn hatine bidestxistin Zekî Başaranê 16 salî têket avê. Başaran ji ber ku di avzêyê de asê ma nekarî derkeve. Kesên hawîrdor xeber dan afeta bajarê. Lê heta afet hat Başaran jiyana xwe ji dest dabû.

Dema ku xizmên Başaranî hatin ciyê bûyerê termê Başaranî wek mirî dîtin. Hevalê Başaranî jî li rexê çem bi şiklekî bêçare li benda encama xebate xilaskirinê bû.

Ji bo otopsiyê termê Başaranî rakirin mirîxaneyê.

Hedîseyekê din jî li Heskîfê qewimî

Xeniqandinekê din jî li navçeya Heskîfa Êlihê di Çemê Dîcleyê de qewimî. Yusuf Cengîzê 17 salî di derdora saetên nîvro de ji bo ku hênik bibe bi hevalên xwe re têket Çemê Dîcleyê. Cengîz di avê de perpitî lê tu kes neçû alîkariya wî û ew jî di nav avê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku di derbarê bûyeran de tehqîqat dest pê kiriye. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler