3 kesên ku derbarê qezaya trênê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
3 kesên ku di çarçoveya qezaya trênê ya ku li Enqerê pêk hatibû de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Hat ragihandin 3 kesên ku di çarçoveya qezaya trênê ya ku li Enqerê pêk hatibû de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Pêncşema borî li Enqerê trêna ku sefera Enqere-Konyayê dikir qeza kiribû. Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de 3 kesên ku tê diyarkirin bi qisûr in berî niha hatibûn binçavkirin ku ev 3 kes doh ji teref mehkemê ve sûcdar hatin dîtin û hatin girtin.
Mehkeme ji ber sûca “bi teqsîr ji mirinê re sebebûn”ê derheqê 3 wezîfedarên rêyên hesinî de qerara girtinê da.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.