3 madeyên din ên teklîfa guherîna makeqanûnê hatin qebûlkirin
ENQERE - Di Lijneya Giştî ya TBMMê de 3 madeyên din ên teklîfa guherîna makeqanûnê hatin qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de ji bo madeya sêyemîn a pêşniyaza guherîna makeqanûnê 341 dengên erê, 139 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de 3 vala û 2 jî betal derket.
Di dengdana madeya çaremin de jî 343 dengên erê, 139 dengên redê hatin bikaranîn. Di dengdayînê de 2 dengên vala û 2yê betal derketin.
Di dengdanê madeya pêncemîn de jî 343 dengên erê û 139 dengên redê hatin bikaranîn. Di vê dengdayînê de jî 2 deng vala û 2 jî betal derketin.
Bi vê dengdayînê her 3 madeyên din ên ku di wan teklîfa guherîna makeqanûnê tê kirin hatin qebûlkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.