30 sal e ku pirsgirêka me ya binesaziyê heye

DİYARBEKİR - Nişteciyên Gundê Yîgîtçavûşa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê yên ku destnîşan kirin ku ev 30 sal e pirsgirêka wan a binesaziyê heye diyar kirin ku çemê di gundê wan de derbas dibe pir xeternak e.

Nişteciyên Gundê Yîgîtçavûşa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê destnîşan kirin ku ev 30 sal e pirsgirêka wan a binesaziyê heye. Wan ji bo ev pirsgirêk were çareserkirin û çemê ku ji gundê wan derbas dibe were islehkirin bang li rêvebiran kirin da ku ev were çareserkirin.

Nişteciyên Gundê Yîgîtçavûşa ku xwediyê 270 malan e diyar kirin çemê ku wek 2 kîlometre ji nav gund derbas dibe pir bêhn dide û heywan dikeve nav avzêyê û zarok jî bi xeteriya mirinê re rû bi rû dimînin. Ji ber vî yekê wan daxwaz kirin ku ev pirsgirêk were çareserkirin.

Ji nişteciyên gund Vefîk Bîrcan ragihand ku ew ji bo islehkirina vê çemê hewl dane da ku bi şaredarî, qeymeqamtî û waliyê re têkevin têkiliyê. Lê nekarîne. Her wiha daxwaznameyên wan ên di derbarê vî mijrê de jî bê bersiv maye. Dûvre Bîrcan axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Zarokek ket nav çem. Hemd ji Xweda re ku tu tiştekî nehat serê zarokê. Em nikari ne bi qeymeqamtî û ne jî bi walîtiyê re têkevin têkiliyê. Çendîn sal e ku em bi binesaziya gund re micadele dikin. Daxwaziyên me nayên qebûlkirin.”

 “Em ditirsin zarokên me yên ku diçin dibistanê bikevin nav çem”

Bîrcan ragihand ew ditirsin zarokên wan dema ku diçin dibistanê bikevin nav çem. Dûvre Bîrcan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke em hemwelatî ne ji bo Xweda em ji dewlet, şaredarî, qeymeqam û walî alîkarî dixwazin. Bila vî yekê çareser bikin. Bila werin bûyerê bi çavê xwe bibînin. Nêzî 400 zarokan xwendekarên me hene. Ev zarokin. Em ditirsin zarokên me yên ku diçin dibistanê bikevin nav çem.”

Her wiha nişteciyên gund diyar kirin dema ku baran barî ji ber ku binesaziya gund tunebû  lehî radibe û nêzî  10 malan, dibistan, axûr û gelek sera di bin avê de man û heywan telef bûn

Bîrcanê ku mala wî di bin avê de mabû idîa kir ku wî ji DÎSKÎ ji bo ku axên di menfezê de werin paqijkirin ji DÎSKÎ kepçe xwestiye lê wezîfedarên DÎSKÎ hatine pirsgirêkê hel nekrine çûne. Bîrcan diyar kir dema ku lehî rabûye li DÎSKÎ Şaredariya Mezin geriyaye. Lê bersiveke ji wan nehatiye hilgirtin.

Ji Şaredariya Mezin daxuyanî

Di daxuyaniya ku ji teref şaredariyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku şebekeke 15 kîlometreyî ya ku avên bermayî tên deşarjkirin di qada zanîngehê û taxên çolwar de hatine sazkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat belavkirin ku dê ji bo çareseriya vî yekê ji bo ku avên bermayî werin berhevkirin dê neqlê Tesîsa Parzûnkirina Avên Bermayî yên Bîyolojîka Pêşveyî were kirin.

Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Di Taxa Yîgîtçavûşê de ava bermayî di bergeha vî xetê de neqlê tesîsa avên bermayî were kirin. Qirêjiya di vî çemê de ji ber xwedîkirina heywanan e. Dema ku xeta ava bermayî were temînkirin dê ev pirsgirêk were çareserkirin. Divê ku gelê taxên çolwarê jî di derbarê vî yekê de xwedî hestyar bibin.” (ÎLKHA)

Çavkanî: http://www.ku.ilkha.com/haber/6267/30-sal-e-ku-pirsgirka-me-ya-binesaziy-heye

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.