300 hezar kesên beşdarî Îmtîhana Sîyerê bibin

300 hezar kesên beşdarî Îmtîhana Sîyerê bibin

Îmtîha Sîyerê ya ku wê îro li giştîyê Tirkîye bê tertîbkirin û bî xelata Umrê bên xelatkirin tê hêvîkirin ku 300 hezar kes beşdarî Îmtîhanê bibin.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê bi sernava “ Wî Bixwînin, Wî Bîjîn” Îmtîhana Sîyerê ya bi xelata Umrê wê îro di saet 11.00 de bê destpêkirin.

Sala borê îmtîhan Sîyera nebî li 60 navendî hatibû tertîbkirin, lê belê îsal wê li 75 navnîşanî bi beşdarbûna nêzîkî 300 hezar kesan bê tertîbkirin.

ji sala 2010an pê de her sal bi rêk û pêk Îmtîhana Sîyerê ji 7a heta 70êyî ji her emrî kes beşdar dibin.

Îmtîhana ku wendakarê wê tineye kesên beşdarê wê dibin hînî jîyana Hezretî Mûhammed dibin û îmkanê jîyana wek wî dibînin û wî ji xwe re dikin mînak.

Di îmtîhana Sîyerê ya bi xelata Umrê wê bi tevahî 2 hezar xelat bên belavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.