5 kesên biyanî yên ku digel HDPêtevdigerîyan hatin astengkirin
Li Licêya Diyarbekirê û Gercewsa Êlihê 5 kesên biyanî yên ku hatin tespîtkirin têkevin avahîyên ku lê deng tê dayîn hatin astengkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Qeymeqamtîya Licê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin 4 kesên biyanî ku 3 ji wan Îtalyanî bû û akredîtasyona wan a çavdêrîyê tunebûn û hewl didan digel HDPyîyan tevbigerin hatin astengkirin.
Her wisa ji teref Serokê Lijneya Hilbijartinê ve ji pîreka bi navê Chistina Elisa C. ya 62 salî ya ku eslê xwe Îtalyan e û bi HDPyîyan re tevdigerîya re destûr nehatiye dayîn ku têkeve avahîya lê deng tên dayîn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.