50 pezên ku di zeviyê pembû de çêriyan telef bûn

50 pezên ku di zeviyê pembû de çêriyan telef bûn

Li Serê Kaniya Navçeya Rihayê, 50 pezên ku di zeviyê pembû de çêriyan, bi jahrê ketin û telef bûn.

Li çolwara Buyukçayli ya kolana Kume Evlera taxa Sîrte ya ku girêdaye Serê Kaniya Navçeya Rihayê, 50 mîhên ku di zeviyê pembû de çêriyan bi jahrê ketin û telef bûn.    

Derbarê mijarê de xwedyê ajalan Mehmet Gulumser beyanat da û got, piştî gundiyekî me zeviya xwe yê pembû çinî, min pezê xwe ji bo biçêrin bir nav zeviyê pembû.

Gulumser îdîa kir ku îlac hatiye avêtinin nav zeviyê hatûbû çinînîn û wisa pêde çû: “Me serê sibê mîhên xwe bera nav zeviyê pembû dan. Pîştî mîhên me ket nav zeviy, 15 deqe derbas bû mîhên me yek bi yek ketin û telef bûn. Heta niha 50 mîhên me telef bûne.”

Piştî bûyerê cendirmeyan derbarê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin o ji teref Midûriyeta Ajaldarî, Xurek û Çandiyê ve ekîbek sewqî ciyê bûyerê hat kirin.

Ji teref cendirmeyan ve derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin û ekîbên Midûryeta Ajaldarî, Xurek û Çandiyê ya navçeyê jî ji ajalan nimûne girtin û dest bi lêkolîna hat kirin. 

Li hêladin hat hîn kirin ku ji ajalên telef bûn, hinek jê avis bûn û mehek ji serê wan re mabûn bizên.

ÎLKHA













HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.