6 û 8ê cotmehê ji kesên xwedî aqil re bi ders û îbretan tije ye

6 û 8ê cotmehê ji kesên xwedî aqil re bi ders û îbretan tije ye

Alim û temsîlkarên STKyan piştgirî dane kampanyaya ‘Ew qoştên qurbanan ên ku Yasîn Boru nikaribû bigihijîne hûn bigihijînin.’

Alim û temsîlkarên STKyan piştgirîyê dane kampanyaya ku li ser navê ji Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di dema goştê qurbanan belav dikirin hatibûn qetilkirin.

Koordînatorîya Bajêr a Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember Cemîl Cahît Unsal, Arîkarê Serokê Cemîyeta Aliman Mehmet Şenlîk û Serokê Hanî Îrşad Derê Muzaffer Karavîl di derbarê kampanyaya ku hatîye destpêkirn de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîn.

 “Em bang li hemû camîa, STK û partîyan dikin da ku piştgirîyê bidin vê kampanyayê”

Koordînatorîya Bajêr a Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember Cemîl Cahît Unsal di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Eyda Qurbana ya sala borî de hatin şehîdkirin ji bona karibin alîkarîya kesên hewcedar û feqîr bikin hewl didan. Yasîn û hewalên wî dema ku alîkarîya hewcedaran dikirin bi şiklekî wehşîyane hatin qetilkirin.Ew xebatên xêrê yên ku Yasîn û hevalên wî dabûn destpêkirin em ê ji cihê ku maye bidin berdewamkirin.”

Unsal axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Ev kampanyaya ku ji teref Platforma Alîkarîyê ya Kerwana Umûdê ve hatîye destpêkirin tiştekî gelekî baş e. Em jî wek Koordînatorîya Bajêr a Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember banga piştgirî dayîna vê kampanyayê li dildar û endamên xwe , li temamê camîa, STK û partîyan dikin da ku ew qoştên qurbanan ên ku Yasîn Boru û hevalên wî nikaribûn bigihijînin em tevde  bigihijînin.”

 “Divê hemû kes li vê xebata pîroz a ku Yasîn û hevalên wî ji me re hiştine xwedî derbikevin”

Serokê Îrşad Dera Hanîyê Muzaffer Karavîl jî di derbarê mijarê de fikr û ramanên xwe wiha anî ziman: “Ev bernameya me ya qurbanê wê tiştekî gelekî baş çêbibe.Ew alîkarîya ku ji teref Şehîd Yasîn û hevalên wî ve ji kesên feqîr û hewcedar re dihat kirin xebatekî gelekî baş bû. Ew di vê mijarê de ji me re rêyek vekirin.Ji ber vê yekê divê hemû kes li vê xebata pîroz a ku Yasîn û hevalên wî ji me re hiştine xwedî derbikevin.Di dawa îslamê de tu xizmet û fedakarî bêgerew namînin.Em hêvî dikin îsal jî xizmetinan mezin wê bi kelecanekî mezin bên kirin.”

“Di 6 û 8ê cotmehê de komeke har êrîşî xelkê kir”

Alîkarê Serokê Yekîtîya Medrese û Aliman  Mehmet Şenlîk jî mijarê wiha nirxand: “ Camîayên îslamî di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de nehatin provokasyonê û  her wiha jî ji êrîşan re jî teslîm nebûn.Piştî ku Selahaddîn Demîrtaş ji Emrîka vegerîya di 6 û 8ê cotmehê de komeke har êrîşî xelkê misliman kirin û  mislimanan bi şiklekî wehşîyane qetil kirin.”

 Şenlîk axavtina xwe wiha domand: “Bi izna Xwedê ew kes wê cardin nikaribin tiştekî wiha bikin.Xwedê Teala her tim alîkarîya misliman dike.Duayên me jî ev e.Pêwîst e ku her kes vê duayê di nimêjên xwe yên êvarî de bikin.”(ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.