Abdulîlah Firat qala kalê xwe Şêx Seîd kir

Abdulîlah Firat qala kalê xwe Şêx Seîd kir

STENBOL - Abdulîlah Firat ê ji neviyên Şêx Seîdî ye, qala îdamkirina kalê xwe Şêx Seîd û 46 yarenên wî kir.

Şêx Seîd û 46 hevalên wî di  29ê Hezîrana 1925an de bi qerara Mehkemeyên Îstîklalê yên ku ji teref rejîma zordar ve hatibûn damizrandin hatin îdamkirin.Rejîma îşxalker ji ber bûyeran hêza xwe ya ku nikaribû ji dewletan re nîşan bide ji xelkê heremê re nîşan da.Bi vî awayî li heremê qetlîam û kirkirineke mezin hat kirin.Şêx Seîd ji teref rejîmê ve wek îsyankerekî hat binavkirin.Ji bona qetlîamên  ku hatine kirin meşrû bên nîşan dan di siyaseta nava welêt de  wek îsyana Kurd hat nîşandan û li dinyayê jî wek tevger û hereketên Îslamî û paşverû hat nîşandan.

Şêx Seîd kî bû?Çi dikir ? Çima bi Mustafa Kemalê ku birêvebirê rejîma wê heyamê bû re munaqeşe kir? Me van mijaran bi Abdulîlah Firatê neviyê Şêx Seîdî re axivî.

“Her tim rizaya Xweda arzu dikir”

Abdulîlah Firat di axavtina xwe ya ku kir de di derheqê kalê xwe de diyar kir Şêx Seîd rizaya Xweda arzu dikir  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Doza wî ji serî heta binî ilmî bû. Rizaya Xweda arzu dikir û vê yekê ji îstîfadeya Mislimanan re amade kiriye.Şêx Seîd Efendî alîmekî li ser xwe bû û alîmekî wekî wî di wextê wî de tunebû.Eslê xwe seyîd bû.Her wiha ehlê tarîkatê bû û di nava malbateke xwedî ilm de mezin bû.Heta 30 bavikên wî yên ku digihijin Hz. Huseyîn ehlê ilmê bûn.”

Firat di berdewama axavtina xwe de qala medreseyên Şêx Seîd ên ku lê ilm dihatin tedrîs kirin kir û dû re bi gotineke spehîbûna kala xwe wiha anî ziman “Şêx Seîdê çav belek.”

Firat di berdewama axavtina xwe de dîyaloga ku di navbera Şêx Seîd Efendî û Ataturk de derbas bûye wiha anî ziman: “Dema ku Mustafa Kemal serdarê artêşê bû li Diyarbekirê civînekê li dar dixe.Temamê mezin û rîspiyên heremê gazî vê civînê dike. Mustafa Kemal di vê civînê de dibêje ‘Xanedana Osmanî li ber çûyînê ye, Stenbol hatiye îstîlakirin, di destê Îngîlîzan de ye.Me jî Rûmelî, Arnavut,Makedonya,Sirbîstan,Bulgarîstan û Yunanîstan ji dest da.Ermenî jî dikirin ku dest deynin li ser Kurdistanê em jî bi lutfa Xwedê hatin vê derê û me wê xelas kir(Halbukî qet eleqe nîne)Ji bo vê yekê em bicivin.Heger ku hûn jî qebûl bikin ez wek serdarê artêşê projeyekê amade bikim û hûn jî destekê bidin vê projê.Wezîfe bidin,selahiyet bidin  û min ji xwe re wek lîderekî qebûl bikin.Em li Kurdistanê xizmetê bikin.” Digel van gotinên Ataturk hemû kes jê re çepikan didin û  dibêjin ‘Ataturk dê ji me re dewletê bidamizrîne.’

 “Ewil tu here Selanîkê xelas bike.Dû re were Stenbolê ji destê Îngîlîzan rizgar bike”

Firat di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji vê axavtina Ataturkî re Şêx Seîd Efendî îtîraz kiriye û wiha gotiye: “Paşa beg! Heger ku hûn mirovekî bi vî awayî kadîrşînas bin  û hûn însanekî ku hez ji welatê xwe dikin be , irov pêşî ji efrada malbata xwe mesûl dibe. Selanîka ku cihê welidîna te ye li kû ye û di destê kî de ye.Tu pêşî here wê derê xelas bike  û dû re were Stenbolê û wê ji destê Îngîlîzan xelas bike.Dû re jî were em bi hevdû re biaxivin.Te van tiştan nekiriye û tu dibêjî ‘ Ez ê Kurdistanê rizgar bikim.’Em ji vê yekê bawer nakin.”

“Xelkê Kurdistanê xwediyê hêza şikinandina zîncîrên esaretê ye”

Firat di berdewama axavtina xwe de diyar kir  Şêx Seîd piştî ku vê bersivê da Ataturkî re  wê civînê terikand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema  ku kalê min  Şêx Seîd derdikeve derve jî axavtinekê girîng û muhîm dike.Şêx Seîd Efendî di axavtina xwe de wiha dibêje ‘ Bi iznillah Xelkê Kurdistanê xwediyê hêza şikinandina zîncîrên esaretê ye.Em Kurd mileteke wiha ne ku tu car esaret, zillet û koletiyê qebûl nakin.Ji ber vê yekê em ê digel temamê hêzên xwe bixebitin.Ev xebatên ku hûn  bikin ew ê di wextekê de derkeve holê ku li Kurdistanê îhtîlafeke nû vedibe.Ev tiştê ku hûn dikin li miletê Kurd ne bifêde ye û hereketeke rast jî nîne.Ez ji wê bawer nakim.’Şêx Seîd piştî vê axavtina xwe berê xwe da Mihemed Begê Licêyî û kesên din û wiha got: “Êdî du rê li ber we ma, ya hûn ê destekê bidin min an jî hûn ê bidin Ataturk.Heger ku hûn destekê bidin Ataturk hûn ê xelaq bibin.Lê heger ku hûn destekê bidin min inşallah ez ê wê ji vê zilletê xelas bikim.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.