Acziyeta ummetê  ji ber tunebûna îttîhadê ye

Acziyeta ummetê ji ber tunebûna îttîhadê ye

Di nirxandina ku ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve hatiye weşandin de di derheqê Hevdîtina 2yemîn a Alimên Kurdistanê de nirxandinên balkêş hatin kirin.Di nirxandinê de hat destnîşankirin sedema acziyeta ummetê ji ber tunebûna îttîhad û îttîfakê ye

Di berdewama daxuyaniyê de  di derheqê Hevdîtina 2yemîn a Alimên Kurdistanê  de hat ragihandin ev hevdîtin ji bo yekîtiya ummetê pir watedar û girîng e, em hêvî dikin ku ev hevdîtin ji bo ummetê bibe wesîleya xêran.Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ev hevdîtin di wexteke ku erdnigariya ummetê di nava tefrîka û şeran de ye de hat kirin ku ji vê hêlê ve, ev hevdîtin bi qedr û qiymettir e.Rewşa a niha a ku erdinagariya ummetê di nav de ye,sebeba wê nebûna îttîfak û îttîhadê ye.Ger ku cemaat û mezheb wek dewlemendiyên Îslamê bên qebûlkirin dê kemînên wan kesên ku di pey fitneyên qewmî û mezhebî de ne dê xira bibin.Em vê yekê hêvî dikin.Di wê hevdîtinê de tesbîtên gelek girîng hatin kirin. Ev hevdîtin dê ji kesên emperyalîst û hêzên şer re, di vê heyamê de dê bibe bersiveke girîng.”

Di daxuyaniya ku hat weşandin de her wiha hat destnîşankirin: “Divê neyê jibîrkirin ku xelasiya Kurdan û gihaştina wan a mafan encax bi Îslamê ye.Demildest divê ew qerarên ku di wê hevdîtinê de hatine dayîn di jiyanê de bên tetbîqkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.