Ajan tên tahlîyekirin lêew kesên ku bi kumpasan hatin mehkûmkirin nayên dîtin

Ajan tên tahlîyekirin lêew kesên ku bi kumpasan hatin mehkûmkirin nayên dîtin

Parêzer Mîrxan Ozbeklîyê ku li ser navê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê axivî diyar kir, ajan tên tahlîyekirin lêYûsufîyên ku bi kumpasan hatin mehkûmkirin nayên dîtin.

Malbatên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê li Parka Koşuya Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê hat bal hev û di daxuyanîya çapemenîyê ya ku dan de balan kişandin li ser mexdûrîyeta Yûsufîyên ku hêj di hundir de tên girtin û destnîşan kirin “Ajan tên tahlîyekirin lê  ew kesên ku bi kumpasan hatin mehkûmkirin nayên dîtin.”

Parêzer Mîrxan Ozbeklîyê ku li ser navê malbatan daxuyanî da, di destpêka daxuyanîya xwe de ji Sûreya Îbrahîm Ayeta 42emîn “Qet zen neke ku haya Xwedê ji wan tiştên ku zalim dikin tune ye.” Di bîran xist û diyar kir “Hêj hinek kes mezlûman nabînin, guh nadin telebên wan ên edaletê. Em li vê derê ji wan kesan re dibêjin û di bîra wan dixin ew ê rojek bê û hisab ji Xweda re bê dayîn.”

“Heta ku dengê bê bihîstin, heta ku dengê me hinekan rake li ser pîyan em ê bibêjin’edalet’

Ozbeklî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê bo edaletê li meydanan bin û dê heqîyê teleb bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em îro li meydanan in, digel hejmara me weke wan ummetên din kêm be jî, em dîsa li meydanan in û em ê teleba xwe ya xwestina edaletê bidomînin. Em dizanin ku Xwedê gelek komên ku hejmera wan kêm in û zilm li wan hatiye kirin ezîz kiriye ku em dixwazin vê yekê di bîra îqtîdarê bixin. Zilm li me, dê û bavên me dihat kirin û ji van yekan re bi salan bêdeng hat mayîn û xwe ker û lal kirin, em ji wan kesan re dibêjin ji bîr nekin ku hûn ê hisabê bidin Xwedê.”

 “Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê hêj li benda edaletê ne”

Ozbeklî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên sîxûr, darbeker û provokator ji girtîgehan tên berdan, lê belê ew mehkûmên Yûsufî yên ku bi kumpas û komployan, bi îşkenceyan hatina avêtin zindanan nayê nerdan û derdor xwe ji mexdûrîyeta wan a ku berdewam dike re xwe ker û lal dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên darbeker, ajan û provokator tên berdan. Can Dundar, Enîs Berberoglu û sîxûr Brunson hatin tahlîyekirin; lê belê ew mezlûmên ku bi kumpas û komployan hatin avêtin zindanan nayên dîtin. Ew kesên ku ji dozên Ergenekon, Balyoz, Sarıkız, Ay Işığı dihatin darizandin û cezayên giran ji wan re hatin dayîn, hema di şevekê de hatin berdan. Lê belê li alîyê din ew  kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne hêj li benda edaletê ne.Divê ew kesên ku hatine mexdûrkirin û bi salan tên girtin demildest bên berdan.”

 “Mixabin li Tirkîyê edalet li gor îmtîyazê dixebite”

Ozbeklî di dawîya axavtina xwe de diyar kir ‘Mixabin li Tirkîyê edalet li gor îmtîyazê dixebite. Edalet di destê wan kêmanîyên biçûk ên ku xwe xwedîyê welêt dibînin  de dema ku wextê wê tê dibe pûtê ku tê xwarin. Temaşekirina dîroka ku bi zilmê hatiye dagirtin û dubare dike jî dibe para wan mezlûmên ku neheqî li wan hatiye kirin.’ Ozbeklî dû re wiha dawî li axavtina xwe anî:

“Ma nebes e ku neslek nêzî 15-20-25 salan di girtîgehan tê hebakirin...

Ma nebes e ku dayik 25 salan ji lawên xwe dûr man…

Ma nebes e ku dayik bi hesreta lawên xwe diçin rehma Xwedê…

Ma nebes e ku zarok bi hesreta bavên xwe çav li rê ne...

Ma ew mexdûrîyetên ku ji teref rejîmên wesayetê û ji teref wê hişê dewletê ya ku bi destê wan rêxistinûbên qirêj ên Amerîka ve hatiye herimandin lê bûne sedem…

Ma ew raportên îşkencê, kumpas, komplo û bêhiqûqîya ku bi salan berdewam dike nayên dîtin…

Ma masûmîyet û bêsûcbûna wan Yûsufîyan nayê dîtin…

Lê em dibînin… wê aczîyeta we ya bêmane, wê newêrekî û tirsonekîya we…

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.