Akdoganê ku di teqînê de xizmên xwe ji dest da axivî

Akdoganê ku di teqînê de xizmên xwe ji dest da axivî

DÎLOK - Ekrem Akdoganê ku di encama êrîşa li Dîlokê ya li dawetê hat lidarxistin de gelek xizmên xwe ji dest da ji ÎLKHAyê re qala şeva êrîşê kir.

Ekrem Akdoganê ku di êrîşa li Entabê hat lidarxistin de gelek xizmên xwe ji dest da û bi xwe jî 3 kêlî berê li qada ku êrîş hatiye li darxistin bûye serpêhatiyên xwe yên wî şevê ji ÎLKHAyê re anî ziman.

Akdogan wiha qala dema êrîşê kir: “Beriya vî teqînê ji bo çûna malê min bang li kekê xwe kir. Wî got; ‘dê ez 10 deqîqe şûnda werim. Ez ji wir vir veqetam û çûm cem meta xwe. Vî demê teqîn çêbû. Me xwe avêt erdê. 3 deqe berê ez ji ciyê teqînê veqetabûm. Perçeyên caman di ser me de hatin. Kesên ku nêzî dera teqînê bûn dişewitîna. Me jî hewl da ku vemirînin.”

Akdoganê ku teziyeyan li mala xwuşka xwe ya ku zaroka xwe ji dest dabû qebûl kir axavtina xwe wiha domand: “Ji mala me gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Xuşk û kekê min ên ku di teqînê de zarokên xwe ji dest dane ji xwe de diçin. Em nizanin da ku dê em çi bifikirin.”

Akdogan belav kir rewşa kesên ku xizmên xwe ji dest dane qet baş nîne. Dûvre Akdogan wiha pê de çû: “Rewşa tu kesî ya ji aliyê aborî ve baş nîne. Hemî kirêdar bûn. Yekî ji wan ji bo ku bixebite ji gund hat bajêr. Heke rewşa wî ya aborî baş bûbûya nedihat vir. Bi xwe jiyana xwe ji dest da. 2 zarokên wî bi tenê serê xwe man. Ji malbata Akdoganan kekê min ji yana xwe ji dest da. Biraziyê min Bunyamîn Akdogan, Hasan Akdogan, Kamîl Akdogan, Salîha Akdogan, Şukran Akdogan û Muhyeddîn Akdogan wefat kirin. Jimara wan ez nizanim lê niha herî kêm ji Akdoganan 10 li nexweşxanê ne.”

 “Ez lava dikim kesên ku tên mala me bila negirîn”

Akdogan ji kesên ku ji bo taziyê tên mala wan lava kir ku ew bila negirîn. Lewra ev girin û axîn xuşk û kekên wî yên ku xizmên xwe ji dest dane wek neyînî bandordar dike. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.