Alîgirên me li dijî hikûmetê bertekdar in
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz destnîşan kir ji ber sebebab OHAL û lêpirsînên ewlehîyê acizî û nerazîbûnek li dijî hikûmetê heye.
Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rewşa awarte, lêpirsînên ewlehîyê û helwesta hikûmetê de nirxandinan kir.
“Alîgirên me li dijî hikûmetê bertekdar in”
Yilmaz di nirxandina ku kir de balan kişand li ser mexdûrîyetên ku ji ber OHALê derdikevin holê û dû re wiha got: “Nexasim piştî ku OHAL hat îlankirin re îcraatên hikûmetê li alîgirên me jî da. Niha gelek endamên me ji ber lêpirsînên ewlehîyê tên mexdûrkirin û bo kar nayên girtin û kesên ku dixebitin jî ji kar tên derxistin û aqdên wan tên fesihkirin. Elbet ev yek dibe sedema mexdûrîyetan û bike neke alîgir û terefdarên me jî ji vê yekê re bertek nîşan didin. Niha di nav terefdarên me de li dijî hikûmetê bertekeke cîddî heye.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.