
Alim û Parlamenterê HAMASê Merwan Ebû Ras: Berxwedan, di dilê gelê Filistînê de kok daye
Parlamenterê HAMASê Merwan Ebû Ras weha got, “Bi tevî hîle, kemîn û îxanetên dewletên Ereb, ji rojhilat heta rojava hemû kes dixwazin berxwedanê tune bikin. encax, berxwedan di dilê gelê Filistînê de kok daye û her roj ku diçe jî zêdetir dibe.”
Parlementerê HAMASê Merwan Ebû Ras, derbarê Xezzeyê de ji ÎLKHAyê re axivî û got ku mesûlê temamî qetlîaman alema xerbê ye.
Ebû ras di axavtina xwe de weha got: “Unsûrên vî sûcê welatên alema xerbê ye. Di serî de îngîltere, ev tîmora sîyonîstî xist nava qelbê ummeta Îslamê û Filistînê. Xelkê me sirgûn kirin û welatiyên xwe anîn li van deran bicîh kirin. Îro xelkê Filistînê heq û mafên xwe dixwazin. Vê îşxala hanê red dikin. Nimûne û mîsala vê ya herî mezin jî operasyona Tofana Eqsayê ye.”
Ebû weha beredwam kir: “Welatên alema xerbê ji bo Filistînê gelek hîle, desîse û planan xêz dikin. Welatên Erebî jî di nava îxanetê de ne û ji wan re xizmetê dikin. Tu alîkarî ji Xezzeyê re wek fîîlî xuya nake. Lê dîsa jî xelkê Xezzeyê û HAMAS li ser pîyaye. Teslîmê hîle, desîse û planên îşxalê nabin. War û welatên xwe terk nakin.”
Merwan Ebû ras got ku “Heger welatên Îslamê û dinya ji vê qetlîamê re bêdeng bimîne û hew tenê qîma xwe bi daxuyanîyan bîne û gavên fiîlî navêje wê dor û rêza îşxal û êrîşan were wan. Sîyonîst ji bo temamî herêmê û welatan tehdîdeka mezin e.”
Ebû ras di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Tevger armanca xwe nîşan da. Xeta HAMASê eşkere ye. Ev pakêteka yek alî ye. Ev lihevkirinek e. Lihevkirineka bi merhele tine ye. Wê rejîma sîyonîst ji Xezzeyê derbikeve. Ev tewra hanê û fikra hanê, zêhnê sîyonîstan tevlîhev kiriye. Kiriye nava telaşeka mezin. Wê bi îzna xweda HAMAS temamî lîstokên wan xera bike. Wê planên wan hilweşîne. Îxaneta dewletên Erebî wê tev belawela bibe û bûye jî. Dafikên Emrîkayê belawela bûye. Digel temamî hîle û desîse û îxanetan ev qomplo bidawî dibe. Wê dawiya îsraîlê nêzîk be înşallah.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.