Alimên beşdarî bernameya mewlûdê bûn banga wehdetê kirin

Alimên beşdarî bernameya mewlûdê bûn banga wehdetê kirin

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê bernama wîladeta pîroz hat lidarxistin û ji hindir û derveyî welet gelek alim û zana beşdarî bernameyê bûn û ji bo Mislimanan banga wehdetê kirin.

Bernama mewlûdê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekrê hat tertîbkirin ji hindir û derveyî welet gelek alim, zana û rîsipî beşdarî bernameyê bûn û ji ajansa ÎLKHAyê re daxuyanîyên girîng kirin.

Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” ya ku ji teref kordînatorîya Platforma Evîndarên Pêxember ya Diyarbekirê ve hat tertîpkirin bi coş û şahîyeke mezin hat pîrozkirin û alimên beşdarî bernameyê bûn îfade kirin ku xelasîya herî mezin xweyî derketina li dînê Xweda û bi hev ra jiyandina dînê wî ye.

Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enver Kiliçarslan îfade kir ku sedema pirsgirêkên di nava Mislimanan de bê îttîfaqî û ne yekîtîye.

Kiliçarslan, di berdewama axaftina xwe de wiha gor: “Xweda ji bo însanan bi wasita Pêxemberan kîtabek(Qur’an) şandîye. Pêxemberê Xweda mufessîrê vê kîtabê ye. Rêya razîbûna Xweda û çûyîna cennet û xwe parastina ji cehennemê di vê pirtûkê de derbas dibe. Ezîzîya li dînya û axretê dîsa di Qur’ana Pîroz de derbas dibe.”

Kiliçarslan, destnîşan kir ku alema Îalamê dinava zilletekê de ye û Misliman xwîna hevdû dirjînin û wiha got: “Ehlê kufrê hin zarokên Mislimanan dixapîne, ji xwe re dikin leşker û muselletî ser Milimanan dikin. Kesê dimre jî û yê dikuje jî dibêje ‘Allah-û Ekber’. Yê tê kuştin yê dikuje tekfîr dike û yê dikuje jî yê dimre tekfîr dike. Lê belê van kuştinan tev bi xwastina kufrê tên kirin. Sedema îro xwîna Misliman dirje, zarokê û jinên Misliman tên qetilkirin, welatên Mislimanan tên îşxalkirin sedemê vana yê herî mezin bê rifaqîya di nava Mislimanan de ye. ‘Heger hûn alîkarîya dînê Xweda bikin Xwedayê jî alîkarîya we bike û wê nigê we li ser heqîyê sabit bikger’. Kesê Xweda alîkarîya wî bike ew qethîyyen zelîl nabe. Ew her tim ezîz e.”

“Sedema zilleta di nava Mislimanan de îxtîlaf û bê tifaqî ye”    

Mamoste Kiliçarslan, axaftina xwe wiha domand û got: “Li ser rûyê erdê ji Yahûdîyan zelîltir tu kes tune ye. Lê belê îro li Xiristîyan û pirê alema Îslamê tev xistîye destê xwe û di binê îşxalê de ye. Çikas heyfe ku îro Mekke û Medîne di binê îşxala Yahûdî, Xiristîya, Emerîka û îsraîl de ye. Dema Mekke û Medîne bê azadkirin îttîfaqa di navbera Mislimanan de dê bê sazkirin. Zileta îro di navbera Mislimanan de ye îxtîlaf û bê tifaqî ye. Xweda emrê me teva dike û dibêje ‘Hûn tev bi hevre bi bennê Xweda bigrin’. Ya emê vegerin ser emrê kîtaba xwe an jî ev halê me yê zilletê wê dewam bike. Pêxemberê Xweda dibêje: Ya hûnê başiyê emr bikin û ji nebaşiyê nehî bikin û ji zilma zaliman re bibin engel; an jî Xwedayê zaliman bike miseletî ser serê we. Heger em bi Quran û Sinetê bigrin emê li dinya û axretê ezîz û serbilind bibin. Em ji tu kesî re nabêjin mezhebê xwe an jî rêka xwe terk bikin. Em dibêjin werin em tev li dor Quran û Sinnetê kom bibin.”

“Riya xelasîyê ajotina sinneta Hz. Mûhammed û meşandina doza wî ye”

Ji alêmên herêmê yê navdar Mela Mizgîn (Mûhammed Beşîr Varol) jî di warê yekîtîyê de îfade kir ku dema cudahîya mezheb û meşreban neyê derxistin pêş ummetê bi ser keve û wiha got: “Li alema Îslamê gelek xebat û falîyet tên kirin. Xweda wad kiriye ku wê nûra xwe temam bike. Wê kelama xwe bi ser temamê kelaman re bigre. Dê dînê xwe têxe pêşîya temamê dînê dinê. Ev milletê li vir vê dide dîşandan, tu kesê nikaribe nûra Xwedayê Mezin bitefîne. Ev kanînat milkê Xweda ye û xelasîya vê cîhanê bi meşandina doza Xweda û resûlê wî ye. Xweda belasibe navê Resûlê Xweda bi navê xwe re zikir nekirîye. Însan çiqas di rîya Hezretî Mûhammed de here wê ewqas bi serkefe. Îzzet bi îbadetkirina ji Xwedayê Mezin re mimkun e. Îbadet jî ji Hezretî Mûhammed tê hînkirin.”

Mela Mizgîn, destnîşan kir ku “Rîya xelasîyê di şopandina li pey sinneta Hezretî Mûhammed de ye. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe û temamê Mislimanan re tewsîye dikin ku ji bo îzzeta dinya û axretî bila li dû Hzretî Mûhammed herin” û wiha axavtina xwe dewam kir: “Em bi kesên hatine vir re îftîxar dikin. Xwedayê Mezin me bi şefaetkirina Hz. Pêxember mişeref bike. Pêxember, pêxemberê temamê însanîyetê ye. Ji ber vê yekê lazim e temamê însanan û bi taybetî jî temamê Mislimanan li çalakiyên wisa xwedîtîyê bikin û xwedî lê derkevin. Qur’an pirtûka Xwedayê Mezin e. Xweda terbîyekiroxê me tevaye. Lazim e temamê Mislimanan li Qur’anê xwedî derkevin û li dû wê herîn. Divê em cudahîyên xwe yê qewmî, mezhebî û meşrebî dernexin pêş. Heger em yekîtîyên xwe derxin pêş çavan û destên xwe bidin hev bi îzna Xweda emê wek ummetê bi serkevin û qezenc bikin. Bi vî awayî em dikarin bi ser temamê pirsgirêkên ummetê werin.”

“Alema Îslamê marûzî gelek fitneyan maye”

Ji Belûcîstana Kurdîatana Îranê ji Şeyx Abdulmecîd îfade kir ku ev çalakîya tiştekî zaf xweşe û divê meriv tev teqdîr bike û wiha got: “Temamê însanan ji bo Pêxemberê me hatine cem hev. Ev tiştekî zaf xweş e, lê belê divê em jiyana Hz. Mûhammed ji xwe re bike mînak û li gor wê hereket bikin. Divê em wisa xweş emel bike em ji temamê cihanê re bibin mînak. Îro alema îslamê ji fîtneyekê zêdetir marûzî gelek fîtneyan maye. Werin em alema îslamê ji van pirsgirêkan xilas bikin û li gor jiyana Hz. Mûhammed jiyana xwe bijîn.”

Şêx Mûhammed Xetîb jî wiha got: “Em çikas ji Xwedayê xwe re şikir bikin hindike. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila bernameyên wisa her roj zêdetir dewam bike. Bila Misliman li vê derê binerin wê çaxê wê bibin xwedî hêvî. Bila Misliman hêvîdar bin. Bila Misliman bê hêvî nebin. Ji bo Îslam û Qur’an li ser rûyê dinyayê bibe hakim zêde wext nema. Ayeta Xweda ji bo me mizgînî ye û Xwedayê nûra xwe temam bike.”

Berdevkê Hereketa Berxwedana Îslamî yê Hamasê Dr. Samî Ebû Zûrhrî jî îfade kir ku careketin derket pêş çava ku bê alema Îslamê çiqas îhtîyacîya wan bi wehdetê heye û wiha got: “Îro careke din me teva li peyama Pêxemberê ku ji temamê alemê re wek rehmet hatîye şandin guhdarî kir û me careke din fêm kir ku bê yekîtî ji bo me çiqas girînge. Ji bo em ala Îslamê gilgirin û bibin cîyê ku layiqê wê  derê ye divê em tev zêdetir zêdetir bixebitin.”

Ji serokên Cemaeta Îslamî ya Misrê Îslam Gamrî jî destnîşan kir ku, binerin bi sedhezaran kes hatin vir û sedeqeta xwe ya ji bo Hz. Mûhammed dan nîşandan û wiha got: “Îro li vir ji seranserên Tirkîye însan ji bo xatirê Hz. Mûhammed tev hatine cem hev. Ji ber vê yekê ez bi taybetî ji gelê Diyarbekirê û ji temamê kesên beşdarî vê bernameyê bûne re teşekur dikim. Îro me li vir ev yek bi bîra alema Îslamê xist: em ummeta wehdet, mûhabbet û ya yekîtîyê ye. Ummeta Hz. Mûhammed ummeta yekîtî, wekhevî û hezkirinê ye. Binerin bi sedhezaran kes hatine vir û sedeqeta xwe ya ji bo Hz. Mûhammed didin nîşan dan.”

“Ev civak civaka ku Xwedayê Mezin ji nava însanan derxistîye ya herî bi xêre”

Serokê Hereketa Tewhîdê yê Lubnanê Şêx Bîlal Şaban îfade kir ku bernameyên wisa her sal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîbkirin û wiha got: “Ev gel dide nîşandan ku bê gelê Tirkîye çiqas girêdaye bi Îslam û Hezretî Mûhemmed e derdixe holê. Ev bername dide nîşandan ku bê pêwistîya Mislimana çiqas bi yekîtî û wehdetê heye. Em hêvî dikin bernameyên wisa dê bibin sedemê azadkirina Fililstîn û yekîtîya alema Îslamê. Bernameyên wisa însanan li dor sinneta Hz. Mûhammed dicivîne. Ji bo alema Îslamê careke din were cem hev pêwistî bi bernameyên wisa zaf henin. Lewra bernameyên wisa alema Îslamê bi temamê reng û cudahîyên wê tîne cem hev. Ev koma komeke wisa ye ku Xwedayê Mezin ew ji nava însana kiriye ummeta herî bi xêr. Ez hêvî dikim ku bernameyên wisa dê bibe sedemê yekîtî û azadîya alema Îslamê.”

Mamosteyê Zanîngeha Saray Bosna ya Navneteweyî Alî Çaksû jî destnîşan kir ku ew cara yekeme beşdarî bernameyek wisa dibe û ew zaf di bin bandora kêf û coşa gel de maye û wiha got: “Niha ji ber ku ez li virim ez zaf memnûnim. Kesên ku ev bername tertîb kirin ez malavahîya xwe ji bo wan tînim ziman. Ez li alema Îslamê zaf gerîyam. Mixabin em ji hev ketine. Êdî ji yekîtî û biratîyê pêvetir çara me nemaye. Divê êdî Misliman tev bibin yek û ji bin vê zilmê rizgar bibin. (ÎLKHA)
































































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.