Amed Li Pêxemberê Xwe Xwedî Derket

Amed Li Pêxemberê Xwe Xwedî Derket

Pêxemberê İslamê Hz. Muhemmed, (S.A.V) ew hekqareta bi karîkaturê lê hatibû kirin, ji teref 100 hezaran evîndarên Pêxember li Amedê hat şermezar kirin.

Li Fransayê ji teref kovara mîzahê ya Charlie Hebdo bi karîkatura heqaret li  Pêxemberê Îslamê  Hz. Muhemmed (S.A.V) hatibû kirin, ji teref Evîndarên Pêxember bi mitîngek mezin hat tel’în kirin. Bi 100 sed hezaran gelê Kurd  bi vê mitîngê carekî din xwedî derketina Pêxemberê xwe ji temamê dinyayê re  da nişandan.

Di vê mitîngê de Mele Beşir Şîmşek bi Kurmancî, Mele Osman Teyfur bi Tirkî axibîn.

Mele Beşîr got; dujminê Îslamê ew nûra Hz. Pêxember ji însanîyetê re anî ye, tu kes nikane bi temirî ne.

Mele Beşîr weha devam kir: Em îro jibo bey’eta Pêxemberê xwe nû bikin em li hev civîyanin. Em bi malê xwe, bi canê xwe li qarşî va zalima dengê xwe bilind dikin, û em ‘ilan dikin rizaa me ji vê heqaretê re tuneye. Ji berku Îslam roj bi roj li Ewrûpa pêşve diçe, vana heqaretê li muqeddesatê me dike û êrîşê li Pêxemberê me dikin. Bes kes nikane Mûhemmedîya bitirsînin. Bera neyarê Îslamê bitirsin. Wellahî hûn nikarin vê nûrê vemirînin. Bi îzna Xweda ev nûr roj bi roj wê pêş ve biçe.

“Êrîşê li ser Resûlê Xweda em tu carî qebûl nakin”

Mele Osman Teyfur jî di xeberdana xweya Tirkî de wiha got: Em tu carî van êrîşa qebûl nakin. Xweda û Resûlê Xweda ji nefsa mere pêştirî meye. Hûn ziman dirêjîya li şexsîyeta me bike belkî ji boy Xweda em we ‘efû bikin. Li feqet êrîşê li ser Resûlê Xweda bê kirin tu carî em qebûl nakin. Heqqê tu kesî tuneye bi navê hurrîyeta fikrê heqaretê li muqeddesatê Îslamê bikin. Em mecbûrin alîkarê Xweda û Resûlê Xweda bin. Hem li dinyayê û hem jî li axretê xellasîya me bi viyaye. Îro em ji temamê însanîyetê re dibêjin; bi van zalima û bi van mufsida ne xapin. Ew tiştê Pêxember anîye em tev li dorê bicivin.

“Meydana Îstesyonê bi sloganê ‘Biji Biji Hizbullah’ hejîya”

Miting bi îlahîyê hunermendê Özlem Ajansê ber dewam kir. Miting bi tekbîra û bi selewata coş bû. Bi 10 hezaran kesa bi avêtina sloganê ‘Biji Biji Hizbullah’ balkişand.

Dengê Xana Axpar (Çınarın Sesi)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.