Amedîyan qerarên Sîsî yên darde kirinên şermezar kir

Amedîyan qerarên Sîsî yên darde kirinên şermezar kir

Gelê Amedê piştî nimêja înê ji bo şermezar kirina Sîsî bi tekbîr û bi dirûşma li Qada Şêx Seîd çapameniyek girseyî li dar xwist. Di daxuyaniya girseyê de li ser piştgiriya mezlûm û mislimanan peyamên girîng hat dayin

Saziyên sivîl yên îslamî yên Amedê qerarên Sîsî yên darde kirine, li Amedê bi girseyî şermezar û protesto kir. Li vir daxuyaniya çapamenî hat li dar xistin. Di daxuyaniyê de li ser yekitiya misliman û mezlûman hat sekinandi û bal hat kişande mucadeleya îslamî.

Li ser navê girseyê Yûnûs Memîş daxuyaniya çapamenî xwend. Memîş di daxuyaniyê de dest nişan kir ku ji bo lanet kirina zalim û hêzên mustekbîran li Qada Şêx Seîd civiyanên ba hev û di kesayeta Mûrsî de wê li liba hêmû mezlûman bin.

Memîş di daxuyaniyê de wiha got: “Zalim dixwazin car din şeref, namus û rûmeta misilman û mezlûman êsîr û dîl bigirin. Hereketên îslamê li her derê cîhanê textê dîktator û zordestan dilerizînin. Haya me ji di dîrokê de heta niha zaliman çi tişt kiriye heye, ji kiryarên wan haydar in.Zalimên niha çi zilm û zordestê kirinin zilman wan dişibi zilmên fîrewn, nemrut û tîranan. Qanûna derbeyê ev e.  Hiqûqan van zaliman wek zilma bav û kalen wan in.”

Memîş daxuyaniya çapamenî ya girseyî wiha domand: Em hertim welatên ku kardêriya zordestan dikin şermezar dikn. Ev welat û sazî ev in: Emrîka, Yekitiya Miletan (BM) Rûsya û Îsraîl. Em van welatan tu car ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.

Memîş her wiha got, wê ji bo edelet û dadiyê û ji bo deriyên azadiyê saz bikin têkoşînê bidin û wiha îfade kir: Ji bîr nekin em serfketinê ne ji îlahên sexte, bes ji Xwedê hêvî dikin. Weyl li kesên ku seriyên xwe li ber zaliman di tewînin. Bi sed hezaran silav li birayê me yên mislimanên bi rûmet be. Em bangawaziyê li cîhanê dikin û em dibêjin, em ê li gor daxwaziya Rebê xwe jiyana xwe bidomênin. Em bangewazî dikin ku wek doh em ê îroj jî sibe jî xwedê li misilmanan û mezlûman derkevin.

Memîş bang li mezlûm û misilmanan jî kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe ya çapamenî ya girseyî anî: Ey gelê meyê misilman; Ey ometa Mûhammed a bi rûmet, êdî bes e rabin ser lingan û xwedî li birayê xwe yên mezlûman derkevin. Êdi wexta li dijî sekinandina sîyonîstan, emperyalîstan, zordestan û derbekaran hatiye. Dem dema li dijî sekinandina  van zaliman e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler