Amerîka derbarê Çîna ku ji Rûsyayê S-400 stand de qerara mueyyîdê da

Amerîka derbarê Çîna ku ji Rûsyayê S-400 stand de qerara mueyyîdê da

Amerîka li hember Çîna ku ji Rûsyayê pergala mûşekên S-400 stand re mueyyîde da destpêkirin, Rûsya û Çîn ji mueyyîdeya Amerîka re bertek nîşan dan.

Hat ragihandin ji teref Amerîka ve derbarê Çîna ku ji Rûsyayê pergala mûşekên S-400 stand de qerara mueyyîde hat dayîn, Rûsya û Çîn ji mueyyîdeya Amerîka re bertek nîşan dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Amerîka ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin biryara mueyyîdê ji ber balafirên şer ên ku di sala 2017an de hatibûn standin û ji ber mûşekên S-400 ên ku di sala 2018an de ji teref Çînê ve ji Rûsyayê hatibûn kirîn hat dayîn.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergueî Rîabkov derbarê mijarê de daxuyanîyek da û bertek ji qerara mueyîdê nîşan da. Rîabkov di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Washington “bi êgir dileyze.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.