Amerîka dê dayîna çekan ji YPGê re bidomîne

Amerîka dê dayîna çekan ji YPGê re bidomîne

Hat ragihandin Amerîkaya ku bi hezaran TIRan alîkarîya çekan ji YPGê kir ew ê di sala 2018an de jî di bihaya 500 milyon dolaran de alîkarîya çek û muhîmatan bike.

Digel ku tê diyarkirin li Iraq û Sûrîyê tu hakimtîya DEAŞê nemaye jî, emperyalîst Amerîka ya ku berî niha ji YPGê re bi hezaran TIRan alîkarî kir daxuyand ew ê di sala 2018an de di bihaya 500 milyon dolaran de alîkarîya çek û muhîmatan ji YPGê re bê kirin.

Bûdçeya Wezareta Parastinê ya Amerîka di Lijneya Giştî ya Meclîsa Temsîlkaran de hat tesdîqkirin û plana bûdçeyê di malpera Wezaretê de hat weşandin. Li gor bûdçeya ku hat tesdîqkirin de hat destnîşankirin ew ê di sala 2018an de ji YPGyê şaxa PKKê ya li Sûrîyê re di bihaya 500 milyon dolaran de alîkarîya çek û muhîmatan bê kirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.