Amerîka Kara Îşgalê Dike

Amerîka Kara Îşgalê Dike

Serokê sererkaniya Amerîkayê Dempsey, neyta Amerîkayê ya îşgalkirinê eşkere kir.

Amerîka dixwaze welatên muslumanan îşgal bike. Ji lew li me’neyan digere. Serokê Sererkaniya Amerîkayê Martîn Dempsey îfade kir ku Koalîsyona navneteweyî ya li ber Daîşê, niha metoda herî rast e û wiha got: “Eger statejîya heyî nemeşe, dibe ku ji bo hatina eskerên Amerîkayê ez teklîfê li serokdewlet Barak Obamayê bikim”

Dempsey bi vî awayî neyta Amerîkayê eşkere kir ku hedefa wê ya esil îşgalkirina İraq û Sûriyê ye. Dempsey beyan kir ku digel li İraqê hebûna Daîşê ya li Sûriyê jî di hedefan de ye.

Amerîka di wê fikrê de ye ku divê li Rojhilata Navîn sînor bên guherandin û alema Îslamê perçe bibe. Bi vê polîtîkaya dewletê Amerîka niha li me’neyan digere.

Berî niha wezîra kevn a karên derve ya Amerîkayê Condoleezza Rice gotibû ku Tirkiye jî di nav wan de wê sînorên 22 welatên muslumanan biguherin. Ev tez hêdî hêdî tê tetbîqkirin.

Di vê heyamê de Sûdan ji hev perçe bû, niha mijara perçebûna İraq û Sûriyê di rojevê de ye.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.