Armanca polêsên Erziromê çiye?

Armanca polêsên Erziromê çiye?

Rêvebirên Quluba Ciwaniya Hur Nîdaya Zanîngeha Ataturkê diyar kirin dema ku ew çûne mizgeftê da ku nimêja sibê bikin polêsan wek muemeleyên dereqanûnî li wan kirine.

Rêvebirên Quluba Ciwaniya Hur Nîdaya Zanîngeha Ataturkê diyar kirin dema ku ew çûne mizgeftê da ku nimêja sibê bikin polêsan wek muemeleyên dereqanûnî li wan kirine. Ji ber vî yekê wan bertekan nîşan dan.

Rêvebirên Quluba Ciwaniya Hur Nîdaya Zanîngeha Ataturkê diyar kirin dema ku ew çûne mizgeftê da ku nimêja sibê bikin bi muemeleyên çewt û dereqanûnî re ri bû rû mane. Ji ber vî yekê xwendekaran bertek mîşan dan û vî helwesta dereqanûnî bi daxuyaniya nivîskî şermezar kirin.

Zulfu Karadenîz li daxuyaniyê li ser navê endamên Quluba Ciwaniya Hur Nîdaya Zanîngeha Ataturkê xwend. Karadenîz ragihand dema ku ew ji bo nimêja sibê çûne Mizgefta Pîraliya navçeya Palandokena Erziromê ya di Taxa Adnan Menderesê bi muemeleke wiha re rû bi rû mane.

 “Belesebeb mala ku em li wir dijîn, welat û beşên ku em dixwînin ji me dipirsîna”

Karadenîz diyar kir ku ew bi endamên xwe wek kom çûne mizgeftê. Wê demê bi muemeleya polêsên hêzên çewîkê re rû bi rû mane. Dûvre Karadenîz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di têketina mizgeftê de polêsên bi teçhîzat hebûn. Dema ku em çûn mizgeftê wekê ku li benda me bûn li wir sekinandî bûn. Me yek û yek kişandin qemerê û nasnameyên me kontrol kirin. Belesebeb mala ku em li wir dijîn, welat û beşên ku em dixwînin ji me dipirsîna. Ji xeynî me nasnameya kesî nedipirsîna.”

Karadenîz ragihand ku ji hevalên wan yekî ji polêsan re wek bertek gotiye: “Vê muemeleya ku hûn niha dikin berê polêsên FETO dikirin.” Li ser vî yekê polêsan gotiye mijarê tevlêhev nekin û wira terk bikin.

 “Di derketina mizgeftê de jî wek gotin tacizên wan domî”

Dûvre Karadenîz diyar kir dema ku ew ji mizgeftê jî derketine wek axavtin polêsan wan taciz kirine. Karadenîz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî nimêjê îkrama me ji bo ciwanan hebû wek tina gotine; ‘Me jî bibin.’ Wekê ku berê guhdariya telefonên me kirine. Em li taxa ku mizgeft wira ye rudinên. Ji hevalên me yên ku diçin nimêja sibê hene. Lê heta niha em bi tiştekî wiha re rû bi rû nemane.”

Karadenîz destnîşan kir ku ev muemeleya hanê pirsa; ‘Gelo di nav ewlehiya Erziromê de polêsên FETO hene tîne hişê mirov. Di dawiya daxuyaniyê de Karadenîz daxwaz kir ku bila dawî liv î muemeleyê were. (ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.