Artêşa Tirkî li hedefên PYDê da
NAVENDA NÛÇEYAN - Serkantiya Giştî ragihand ku li Sûrî li herêma ku nêzî 160-200 kesan hebû êrîşa hewayî lidar xistiye û 18 hedef hatine îmhakirin.
Serkantiya Giştî ragihand ku balafirên cengî yên TSKyê li Sûrî li herêma ku nêzî 200 kesan hebû êrîşa hewayî lidar xistiye û 18 hedef hatine îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin di herêma ku bin kontrola PKK/PYDê de bû de 26 bombe ji bo 18 hedefan hatine avêtin. Di encama vî yekê de 9 saziyên ku wek baregeh dihat emilandin, wesayîteke bi zirx bi tevahî 4 wesayît hatine îmhakirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî 200 kesên PYD/PKKê êrîş hatiye lidarxistin. Di encama êrîşa hewayî ya ku hat lidarxistin de di nabeyna 160-200 PKK/PYDyî hatine kuştin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.