Asayîşa Herêma Kurdistanê konferansa Qudsê betal kir

Asayîşa Herêma Kurdistanê konferansa Qudsê betal kir

Parlementerê Baxdayê yê Komela Îslamî Selîm Şûşkeyî diyar kir ew xwestin ku konferanseke derbarê Qudsê de tertîp bikin û bertekên xwe nîşan bidin,lêev konferansa wan ji teref asayîşa Hewlêrê ve hat betalkirin.

Li Hewlêra Kurdistana Iraqê hat xwestin qerara Trump a Qudsê bi daxuyanîyeke çapemenîyê bê şeremzarkirin. Lê li gor daxuyanîya ku ji teref Parlementerê Baxdayê yê Komela Îslamî Selîm Şûşkeyî ve hatiye rayedarên Partîya Demokrat a Kurdistan nehiştine bername bê lidarxistin.

“Lê digel ku me destûr wergirtibû jî dîsa bernameya me hat astengkirin”

Mela Selîm Şûşkeyî betalkirina bernameya Qudsê bi daxuyanşyeke çapemenîyê ragihand. Mela Şûşkeyî li ser navê koma ku kom bûbû daxuyanî da û wisa got: “ Em wek alim û teblîxvanên Hewlêrê xwest ku derbarê mezlûmîyeta Qudsê de bernameyekê tertîp bikin. Me bo bernamê ji Wezîrê Çandê Xalit Doskî destûra pêwîst wergirt. Ji bilî wî jî me ji temamê meqamên pêwîst jî destûr wergirt  û rayedar ji me re destûr dan. Ji mazlûmîyeta Fîlîstîn û Kurdan re Quds mînak e.  Dema ku me xwest biçin cihê bernamê midûrê salonê ji me re got ‘Rayedarên PDKê naxwazin ev bername bê tertîpkirin.’ Em dixwazin vê yekê jî bibêjin; li vî welatî azadî tuneye! Li wê salona ku em ê lê bername çêkiribana berî me komeke muzîkê bêyî destûrê bernameyek tertîp kir. Lê digel ku me destûr wergirtibû jî dîsa bernameya me hat astengkirin. Ew kesên ku ji vê bernamê re bûne asteng dê rojek were ew ê meqamên xwe ji dest bidin.”

“Li kû derê cîhanê hatiye dîtin bernameya ku wezîr jê re destûr daye ji teref rayedarê parîtyekî ve tê betalkirin?”

Şûşkeyîyê ku ji betalkirina bernamê re bertek nîşan da di berdewama axavtina xwe de wiha axaivî: “Rayedarên hikûmetê ma nedigotin ‘bo demokrasîyê  hemû kes wek hev e.’ Em xelkê siwîl in, çawa dikarin astengîyan ji me re derxînin û bernameya me betal bikin. Li kû derê cîhanê hatiye dîtin bernameya ku wezîr jê re destûr daye ji teref rayedarê parîtyekî ve tê betalkirin?”

“Em ne dostên sîyonîstên îşxalker in”

Mela Şûşkeyî di dawîya daxuyanîya xwe de ji qerara Trump re bertek nîşan da û wisa got: “ Em vê qerara ku ji teref Trump ve hatiye dayîn qebûl nakin. Bo me tu hukmê vê qerarê tuneye. Em hatin vê derê da ku em eşkere bikin em ne dostên sîyonîstên îşxalker in.”

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.