Ava bermayî ya ku diherika Robara Dîcleyê dibe sedema bertekan

Ava bermayî ya ku diherika Robara Dîcleyê dibe sedema bertekan

DİYARBEKİR - Hat dîtin ku debiya Robara Dîcleyê kêm bûye û bi vê yekê re avên bermayî û qenalîzasyona diherike Robara Dîcleyê. Ji ber vê yekê gel bertek nîşan da.

Debiya Robara Dîcleyê ji ber bendav, avdaniya zeviyan, sazkirina golan pir kêm bûye û ji ber ku ava bermayî û qenalîzasyonê yên karxane û xêniyan diherike robarê kesên ku ji bo ziyaretê hatine mintiqê bertek nîşan dan û destnîşan kirin bila çareseriyekî ji vê yekê re were dîtin.

Gelê ku tên Pira Deh Çavî ya li ser Robara Dîcleyê ziyaret dikin destnîşan kirin ku ji ber ku avabermayî ya karxane û xêniyan diherike nav robarê hawîrdor qirêj dike. Dûvre wan ragihandin ku pêwîst e ku tesîsên rafînajê ji bo vê yekê were sazkirin.

Mazlum Mehmetogluyê ku li hawîrdora Pira Deh Çavî esnaftî dike diyar kir ku rêvebir di derbarê vê yekê de xwedî hest nînin. Mehmetoglu diyar kir ku carinan ji ber bêhna genî mirov nikare li wir bimîne. Her wiha Mehmetoglu anî bibîranîn ku Pira Deh Çavî dîroka Diyarbekirê ye. Ji ber vê yekê divê ku mirov xwedî li vê derkeve.

Mehmetoglu destnîşan kir ku dabaş rewş 13 sal e didome. Dûvre Mehmetoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qirêjayiya ocaxên qumê, mekan û şîrketan û ya baneyên heywanan diherike robarê. Me çendîn bar di derbarê mijarê de daxwazname şand. Lê guh nedanê. Li derkî nêzîk rafinaj heye. Bila berê wê bidin wir. An jî bila rafînajekî nû saz bikin.”

“Pêwîst e ku mulahazeya dîroka Robara Dîclê were kirin û rêvebir di derbarê mijarê de bixebitin”

Mehmet Alî Dal diyar kir ku bermayiyên avê diherike nav robarê û ev jî dibe sedema dîmenên xerab. Dûvre Dal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku him şaredarî û him jî Midûrtiya Bajêr a Hawîrdor dest bavêjin vê yekê. Însan him li vir pîknîk dikin û him jî tên çayxaneyên li wir. Avên bermayî sirûştê ji bilî ve qirêj dike. Pêwîst e ku mulahazeya dîroka Robara Dîclê were kirin û rêvebir di derbarê mijarê de bixebitin. Ev memleket ya me hemiyan e.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.