Ava vexwarinê bi hespan dikşînin malên xwe

Ava vexwarinê bi hespan dikşînin malên xwe

Şêniyên Hilwanî ji ber tunebûna ceyranê hewil didin ji kahniyên taxê bi hespan ava vexwarinê bibin malên xwe.

Li Hîlwana Rihayê ji ber ku bênavber ceyran qut dibe şênî mexdûr dibin, şêniyên  ku ji ber qutbûnên ceyranê mexdûr bûne ji bo ava vexwarinê hespan bi kar tînin û hewil didin bi hespan avê ji kahniyên taxê bikşînin malên xwe. Şêniyên ku ji ber problem û mişkîleyan derd û kûlên xwe anîn zimên diyar kirin rayedar berê wan didin cihên cuda û ew  tenê di dema hilbijartinan tên bîra rayedaran.

Şêniyên taxê derheqê mijarê de nerazîbûn û betekên xwe nîşan dan û xwestin rayedar ji problema ceyranê re çareyekê bibînin.

Şêniyê bi navê Îmam Man ê ku karê nanvaniyê dike diyar kir ew ji temamê rayedaran gilîdar e û wiha got: “Ev nêzî 10 salan e ku ava me diçe tê. Em avê dixwazin, lê her tim dibêjin ew ê sibe were. Em ji temamê rayedaran gilîdar in. Niha depo vala ye û ji sedî 90 xelkê mexdûr e. Em tenê avê dixwazin.”

Şêniyên bi navê Mehmet Asa, Mehmet Gumuş û Abdulganî Uruz jî derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û xwestin ava wan bê berdan da ku ev zehmetiya wan ji rastê bê rakirin. Şênî her wiha diyar kirin 12 parlementerên Rihayê hene û yek ji van jî bi meselê eleqedar nabe.

ÎLKHA













HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.