1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Avahîya 2 qetî hilweşîya: Mirîyek 4 birîndar
Avahîya 2 qetî hilweşîya: Mirîyek 4 birîndar

Avahîya 2 qetî hilweşîya: Mirîyek 4 birîndar

Li Wêranşara Rihayê avahîyeke 2 qetî hilweşîya, di encama hilweşîna avahîyê de kesek jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Hat ragihandin li Wêranşara Rihayê avahîyeke 2 qetî hilweşîya, di encama hilweşîna avahîyê de kesek jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer doh derdora seat 17.00an de li Taxa Tilvahaya Wêranşarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mala ku qeteke nû lê dihat zêdekirin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn hilweşîya. Ji ber hilweşînê 5 kes di bin avahîyê de man. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn ji 5 kesên ku hatin rakirin nexweşxanê kesekî bi navê  Aslan Durman digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

Bu haber toplam 178 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.