Avrupa Yetîm Elî ji zarokên Nîjeryayî re xwarinafitarê belav kir

Avrupa Yetîm Elî ji zarokên Nîjeryayî re xwarinafitarê belav kir

Avrupa Yetîm Elî bi alîkarîya xêrxwazan li Lagosa Nîjeryayê xwarina fitarê da zarokan.

Avrupa Yetîm Elîya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye  di bergeha xebatên alîkarîyê yên meha Remezanê de bi alîkarîya xêrxwazan li Lagosa Nîjeryayê xwarina fitarê da zarokan.

Hat ragihandin Avrupa Yetîm Elîya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye  di bergeha xebatên alîkarîyê yên meha Remezanê de bi alîkarîya xêrxwazan li Lagosa Nîjeryayê xwarina fitarê da zarokan. Xwarina fitarê li ser navê  Ensar Sohbet Grubu Porz û Kevserê hat dayîn.

Piştî nimêja esrê li meydana taxa  Itele Ogun Stateyê beroşên xwarinê hat danîn û amadehîya fitarê hat kirin. Piştî nimêja bi cemaat a ku li mizgeftê hat edakirin re bi sedan kes fitara xwe vekirin.

Temsîlkarê Kolnê yê Avrupa Yetîm Elîyê Cahît Ataş derbarê mijarê de diyar kir ew her şev xwarina fitarê didin û derbarê bernameya xwe de wiha axivî: “ Em di bergeha xebatên meha Remezanê de hatin Nîjeryayê. Em her roj xwarina fitarê didin. We îro xwarina xwe bi xwendekarên bêkes û êtîm re parve kir. Bi gotineke din we xwarina li ber xwe şand Afrîkayê û we got ‘kerem bikin, em jî xwarina xwe bi we re parve dikin.”

Ataş di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Jvê bernameya pê ve di wan rojên pêşîya me de em ê projeyên xwe yên qurbanê bidin destpêkirin. Li Afrîkayê xebatên me bes di Remezanê de nayên kirin; bi şikleke nîzanî salê 3-4 caran tê kirin. Em li benda alîkarî û desteka we ne. Alîkarîya ku tê kirin têrî îxtîyacan nake.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler