​Avrupa Yetîm Elî li Nîjeryayê bîrên avê vekir

​Avrupa Yetîm Elî li Nîjeryayê bîrên avê vekir

Avrupa Yetîm Elîya ku li erdnigarîya Afrîkayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne di bergeha kampanyaya ku dabû destpêkirin de çend bîrên avê vekir.

Avrupa Yetîm Elîya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye bi piştgirîya xêrxwazan li Lagosa Nîjeryayê gelek bîrên avê vekir.

Temsîlkarê Kolnê yê Avrup Yetîm Elîyê Cahît Aktaş derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref wan ve tên kirin de nirxandinan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me di bergeha xebatên Remezanê de hatin Nîjeryayê.Me li vê derê gelek xebatên alîkarîyê kir û niha jî me li vê derê çend bîrên avê vekir. Me bîrên xwe yên avê bi diayan vekir. Me bîrên avê di hewşa camîyan de vekir ku ew ê hemû kes karibe ji vê derê sûdê werbigre.  Hema hema temamê mescîdan li ber xerabûnê ne. Bes dîwarên wan sexlam maye. Em di vî warî de li benda alîkarîya we ne. Me çend bîrên xwe yên avê hêj venekiriye ku em ê vekirina wan dû re bikin. Em ji temamê wan kesên ku di warê vekirina bîra avê de bûne alîkar re teşekur dikim. Av li Efrîkayê pir bi qiymet e.”

Ataş di berdewama axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir û wiha got: “Em li benda destek û piştgirîya we ne. Hûn dikarin ji ser malpera https://avrupayetimeli.com/ê bi me re ji bo alîkarîyê bikevin pêwendîyê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler