Avrupa Yetîm Elî li Nîjeryayê dest bi xebatên alîkarîyê kir

Avrupa Yetîm Elî li Nîjeryayê dest bi xebatên alîkarîyê kir

Avrupa Yetîm Elîya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye di bergeha xebatên alîkarîyê yên remezanê de çû Nîjeryaya welata Afrîkayê.

Avrupa Yetîm Elîya ku navenda wê li Almanya ye û sazîya alîkarîya ya navneteweyî ye di bergeha xebatên alîkarîyê yên remezanê de çû  Lagosa bajêra Nîjeryaya welata Afrîkayê û li wê derê dest bi xebatên alîkarîyê kir.

Li gorî alîkarîyên ku dê sazîyê re bên kirin ew jî alîkarîyên mîna adaq, eqîqe, kolîyê erzaqê, xwarina fitarê, vekirina bîra avê û cil û bergên îdê bê kirin.

Cahît Aktaşê Temsîlkarê Kolnê yê Avrupa Yetîm Elî derbarê xebatên alîkarîyê yên ku dê bên kirin de destnîşan kir ew ê di encama alîkarîya xêrxwazan de li Lagosa Nîjeryayê xebatên alîkarîyê bidin destpêkirin.

Ataş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo xebatên alîkarîyê hatine Nîjeryayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di bergeha xebatên alîkarîyê de dê xebatên mîna adaq, eqîqe, kolîyê erzaqê, xwarina fitarê, vekirina bîra avê û cil û bergên îdê bê kirin. Ji bilî vanan em ê wan bîrrên xwe yên ku kolana wan qedîyane bi merasîmekê vekin û temela bîrên din jî bavêjin.  Elbet xebatên me yên alîkarîyê bes bi Nîjeryayê sînordar nîne. Xebatên me li welatên bi navê Tirkîye, Arakan û Somalîyê jî berdewam dikin.”

Ataş di dawîya axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir da ku di vî warî de ew ji wan re bibin alîkar da ku ew wek komele karibin ji zêdetir kesên feqîr re bibin alîkar.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.