Aydin Gok bû namzedê serbixwe yê Êlihê

Aydin Gok bû namzedê serbixwe yê Êlihê

Aydin Gokê ji Alîkarîya Serokê Giştî ya HUDA PARê îstîfa kir li Êlihê bû namzedê serbixwe yê Êlihê.

Aydin Gokê ji Alîkarîya Serokê Giştî ya HUDA PARê ji bo hilbijartinên parlamenterîyê yên 24ê Hezîranê ji partîya xwe îstîfa kir li Êlihê bû namzedê parlamenterîyê yê serbixwe.

Aydin Gokê ji bo hilbijartinên parlamenterîyê yên 27emîn ji wezîfa xwe ya HUDA PARê ya Alîkarîya Serokê Giştî îstîfa kir û li Êlihê bû namzedê serbixwe yê parlamenterîyê. Dema Gok serlêdana xwe ya fermî kir Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Abdûrrahman Cens, Cemal Çoban Endamê Lişneya Şêwerê Serkan Ramanli, Serok Bajarê HUDA PARê yê Êlihê Davût Şahîn, Serokê Navenda Giştî M. Şerîf Dûrmaz û gelek partîvan beşdar bûn.  

Piştî serlêdana fermê Gok, îfade kir ku wî ji wezîfa xwe ya Alîkarîya Serokê Giştî ya HUDA PARê îstîfa kiriye. Gok, îfade kir ku li ser telebê partîya min ez bûm parlamenterê serbixwe yê heyama 27emîn.

“Dil dixwest ku em bi 5 namzedan têkevin hilbijartinan”

Gok, destnîşan kir ku ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî dehan ew wek parlamenterê serbixwe dikeve hilbijartinê û wiha got, “Li ser teleba partîya min ez li memleketê xwe Êlihê wek namzedê serbixwe yê heyama 27emîn li Êlihê bûm namzed. Dil dixwest ku em li Êilhê wek HUDA PARê bi 5 namzedan têkevin hilbijartinê. Lê belê mixabin ji ber benda hilbijartinê me wisa kir.”

“Xwedê bike wesîla xêran”

Gok, di warê benda hilbijartinê de îfade kir ku benda hilbijartinê neheqîye û wiha got: “Berya niha benda hilbijartinê ya ji sedî 10 ji bo li meclîsê kûalîsyon çênebê û îstîkrar çêbibe hatipû sepandin. Lê belê di sîstema nû ya serokomarîyê de tiştekî wisa ne meseleye. Lewra li gor sîstema nû serokomarê were hilbijartin dê bi xwe kabîna xwe tayîn bike. Di encama van teva de rîskek wisa tineye lê belê vê neheqîyê dewam dikin û benda hilbijartinê ranakin. Piştî îstîşareyên me û biryara parîya me ez li memleketê xwe Êlihê bûm namzedê parlamenterîyê yê serbixwe. Ez ji Xweda hêvî dikim ku evê ji bo Êlih û partîya me bibe sedema xêran.”

“Ez ji hemşerîyên xwe yên Êlihê piştgirîyê dixwazim”

Gok, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew li hêvîya piştgirîya xelkê Êlihê ye û wiha got: “Tevecuhek zêde ber bi HUDA PARê heye. Niha em vê yekê dibînin. Partîyam me wek namzedê serbixwe piştgirîya min dike. Ez ji hemşerîyên xwe yên Êlihê piştgirî û dia dixwazim. Înşallah dê min mehcûp nekin.” (ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.