Aydin: Welatî dibêjin edalet nayê tesîskirin

Aydin: Welatî dibêjin edalet nayê tesîskirin

Li Erûha navçeya Sêrtê endamê Lijneya Îstîşareya Giştî (GÎK) yê HUDA PARê Îsa Aydin, destnîşan kir ku welatî dibêjin di dema girtina kar de torpîl tê kirin û edalet nayê tesîsîkirin.

Endamê Lijneya Îstîşareya Giştî (GÎK) yê HUDA PARê Îsa Aydin, li Erûha navçeya Sêrtê esnaf zîyaret kir.

Di zîyareta Aydin de Serokê Bajarê Êlihê Davût Şahîn, Serokê Bajarê Sêrtê Behcet Sevgîlî, Serokê Navçeya Erûhê Hamît Nas û ji teşkîlata navçeyê partîvan beşdarî zîyareta esnafan bûn.

Piştî zîyaretên esnafan Aydin, daxuyanîyek çapemenîyê li dar xist û îfade kir ku gel bi awakî cidî ji mekanîzma edaletê endîşe dikin û wiha got: “Li ba welatîyan di warê girtina kar de endîşeyên mezin heye û dibêjin di dema girta kar de torpîl tê kirin.”

Aydin, di derbarê zîyaretên kiriye de axifî û got: “Me bi teşkîlata xwe ya navçeya Erûhê rê esnafên xwe zîyaret kirin. Me li derd û pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Em jî wek HUDA PARê me xwest em daxwazên wan fêhm bikin. Pirsgirêkên esnafên me yên mezin hene. Digel hin pirsgirêkên wan yên gelemperî bin jî, hin pirsgirêkên wan yên xasî herêmê jî heye. Esnafên me îfade dikin ku ew di bin şert û mercên zor û zehmet de dixebitin. Bi taybetî malên digrin ji ber zemên tên kirin nikarin carek din bikirin. Esnaf îfade dikin ku ew gelek caran nikarin deynê xwe yê SGKyê bidin û ji ber vê yekê gelek caran deydê wan dikeve fayîzê. Hûnê jî teqdîr dikin esnafekî nikaribe prîmê xwe yê SGKyê bide wê çawa debara malbata xwe bike. Esnaf dibêjin qeyraneke agorî ya veşartî heye.” 

“Di kargirtinên giştîyê Tirkîyê de bawerîya kes bi torpîlê tên girtin heye”

Aydin, îfade kir ku ji bo aborîya deverê pêşkeve lazime dewlet piştgiriya esnafên herêmê bike û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Esnafên me dibêjin li navçeya me bêkari di asta herî mezinde ye. Li giştîyê Tirkîye yê di serlêdanên kar de torpîl heye û bê edaletî tê kirin. Esnafên me dixwzin kesên desthilatdar bi edalet bin û torpîlê nekin.”

“Ji bo mafê welatîyên me yê îbadet nê sînordar kirin lazim e ji bo îbadet arazîyek bê tehsîskirin”

Aydin îfade kir ku welatîyên me serdana wan kir êvarî hatin em zîyaret kirin û îfade kirin ku taxa 500 kes li dijîn mizgeft lê tineye û ji ber vê yekê ew zehmetîyek mezin dikşînin.

Aydin, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku mafê gelê Minliman yê îbadetê heye lê belê mixabin şaredarîyên berê ev tişt paş çav kiriyê, hewcebû şaredariyê ev tişta li ber çava bigirta lê belê şaredarîyên berê ev mafê îbadetê paş guh kiriye.

Aydin, wiha li axaftina xwe zêde kir: “Gel ji bo em pirsgirêkên wan bînin ziman ji me rica kirin. Li taxa Sarigul li avahîyên Soran ji ber şaredarîyê dema ev devera parsêl kiriyê ji bo îbadetxana cîh veneqetandiyê û ev mafê îbadet paş çav kiriye. Ji ber vê yekê li wir mizgeft tineye û dengê azanê qet nayê. Bi rastî ev piskirêkek mezine. Çi şaredarî û çi jî îdareyên milkî lazime demildest ji bo îbadeta gel cîkî ji ehlê taxê re tehsîs bikin. Bi îzna Xwedê ev daxwaza wan wê were bi cîh kirin. Li hêladin di gel ev taxa li navenda navçeyê ye ji ber ku dîregê şebekê lê tineye telefon nakşîne û înternet jî tineye. Di navçeyek wisa biçûk de pirsgirêkên bi vî awayî bi rastî em jî di fêmkirinê de zehmetîyê dikşînin.”

“Qaşo ji bo ewlehîyê deverek gel lê rizqê xwe temîn dike bê îzole kirin ev qet ne adile”

Aydin, destnîşan kir ku li navçeyê di serê pirsgirêkan de valahîya ewlehîyê tê. Ji ber ku rêyên diçin navenda navçeyê jê yek bi sedem ewlehîyê hatîye girtin û ketina wesayîtan qedexeye ev jî esnafan mexdûr dike.

Aydin, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku îzole kirina devereke gel lê rizqê xwe temîn dike bi vî awayî bê girtin ev qet ne tewrek rast e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li navçeyê ji pirsgirêkên herî mezin yek jî gel û esnaf ji ber barîyrên bi sedem ewlehîyê hatine dayîn tên mexdûr kirin. Ev dirûma esnafan di zorê de dihêle. Em jî dizanin bê ewlehî çiye û girîngîya wê em jî dizanin. Lê belê ji bo ewlehîyê deverek gel lê rizqê xwe temîn dike bê îzole kirin ev qet ne adile. Lazim e çareserîyek ji vê dirûmê re bê dîtin. Hewceye ji bo ewlehî û van birayên me bi rahetî rizqên xwe temîn bikin rêyên çareserîyê bên dîtin.”

ÎLKHA


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.