Balafira leşkerîyê ket: 3 leşker jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin li Ispartayêbalafira leşkerî ya ku bo perwerdehîyê dihat bikaranîn ket, di encama ketina balafira leşkerîyê de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan
Di daxuyanîya ku ji teref TSKyê ve hatiye belavkirin de balafira leşkerîyê ya kargoyê ya ku bo perwerdehîyê dihat bikaranîn derdora seat 14.30an de li Ispartayê li bakurê Gola Egîrdîrê ket. Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin 3 personelên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan.
Walîyê Ispartayê Şeyhmus Gunaydin jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku enqaza balafirê de di cihekî asê de ye mirov nikare ji erdê ve bigihije enqazê û li herêmê jî gelek zêde mij heye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.