Balyozê Îngîlîz: Di pey darbê de Gulen heye, lê ew ne rêxistina terorê ye

Balyozê Îngîlîz: Di pey darbê de Gulen heye, lê ew ne rêxistina terorê ye

Balyozê Tirkiyê yê Îngîlîstanê Rîchard Mooreyê ku ji CNN Turkê pirsên Hakan Çelîk bersivand derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê û FETO de daxuyanî da.

Di bernamê de Hakan Çelîk ji Moorê pirsa ‘ Tirkiye di pey teeşbûsa darbeya 15ê Tîrmehê de FETO dibîne, gelo raya Îngîlîstanê jî wisa ye?’ pirs kir. Moore bi gotina ‘ Ew rêxistina Gulen wek ‘rêxistina terorê’ nabînin.’ Pirsa wî bersivand.

Moore di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Lê ev yek ne muhîm e. Em bi şikleke baş dizanin ku di pey darbê de hareketa Gulen heye.”

Moore di berdewama axavtina xwe de derheqê wesfandina ‘zilamê dewleta kûr a Îngîlîz’  a ku derheqê wî tê kirin de jî wiha got: “Kêda xelkê Tirk ji teoriyên komloyê gelek zêde tê. Em wek Îngîlîztanê naxwazin Tirkiyê dabeş bikin. Ev îddîayên beredayî ne. Tirkiyeke bi hêz li gor menfaata Îngîlsîtanê ye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.