Banga ji bo Xazzeyê gav bavêje

Banga ji bo Xazzeyê gav bavêje

Piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ji bo zarok û nevîyên ên Îsmaîl Henîyye ku di êrîşa siyonistên terorîst de şehîd ketin û ji bo şehîdên din ên Xazzeyê nimêja cenazeyê ya xiyabî hat edakirin û daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Mela Omer Çelîk li ser navê sazîyên Civaka Sîwîl ên Îslamî yên Diyarbekirê axavtinek kir û balan kişand li ser qetlîam û hovîtîya ku li xazzeyê tê kirin “Ev herb herbeke ji rêzê nîne. Ev herb herba mezlûm, mustazafan a li dijî mustekbîran e. Herba Xazzeyê nîşanî me da ku îsraîl ne tu tişt e. Lazim e bê zanîn herba Xazzeyê rûyê rastî ya her kesî nîşan da. Dîsa herba Xazzeyê derxist holê ew îdarevaên despot û zalim ên li ser serê welatên Îslamê û însanên gelek welatên Ewrûpayê yan ji hêla neseb ve yahûdî ne yan jî ji hêla fikir ve yahûdî û siyonist in. Ji ber vê yekê li temamê dinyayê li dijî îsraîlê ku qetlîaman dike kîn û nefretek pêk hat û ev yek her ku diçe mezintir dibe.”

Mela Tayyîp Elçî jî li ser Sazîyên Civaka Sîwîl ên Îslamî yên Diyarbekirê metna daxuyanîyê xwend û got: “Ew birayên me yên ku li dijî vê zilmê bi canê xwe li ber xwe dan di 7ê cotmehê de li dojî zilm û zordarîya siyonistan serî hildan û wek şêrên bedrê destana qehramanîyê nivîsîn. Ev berxwedan berdewam dike. îsraîl a niha li Xazzê li hember gelê Xazzeyê temamê sûcên şer dike û qetlîamên mezin dike. Êdî merhalaya şermezarkirin, telînkirin, şîn girtin û yên mîna van bi dawî bû. Lazim e êdî gav bê avêtin. Lewra sekna li ba birayên me yên Filistînî wezîfeyeke Îslamî ye. Lazim e em destekên xwe ji bo birayên xwe zêdetir bikin. Ticaeta bi dewleta terorê ji ummeta Muhammed re îxanet e û ne caîz e. Lazim e temamê îxracata bi siyonistan re û her wisa temamê têkilîyên bi wan re bê qutkirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.