Barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê hatin rakirin

Barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê hatin rakirin

Ji ber bertekên tund ên ku ji teref alema Îslamê ve ji siyonîstên îşxalker ên terorîst re hat nîşandansiyonîstên terorîst barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê rakirin.

Weke ku tê zanîn siyonîst îsraîl ev bû demek dirêj ku li Mescîda Eqsayê her cûr zilmê li Mislimanan kir, kirina îbadetê ji bo wan qedexekirin û li hewşa mizgeftê Mislimanên Filistînî şehîd kir. Di ser van temamê tehdayî û zilman de siyonîstên terorîst dedektor danîn li ber têketina Mescîda Eqsayê û bi barîkatan dora Mescîda Eqsayê dorpêç kirin.

Ji ber van tehdayî û zilman xelkê Filistînî li dora Mescîda Eqsayê xwepêşan li dar dixistin. Siyonîstên terorîst ên ku bertekên tund ji wan re hat nîşandan piştî dedektoran vêcar jî barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê rakirin. Ji ber ku barîkat hatin rakirin Filistînî pir kêfxweş bûn û bênavber tekbîran anîn.

Melayê Mescîda Eqsayê Şêx Omer El-Kîsvanî derbarê mijarê de diyar kir ‘ Em ê nimêja şeveqê li Mescîda Eqsayê nekin. Ji bo em fêm bikin ka çi tişt diqewimin em ê li benda raporta komiteya eleqedar bin.”

Miftiyê Qudsê Şêx Muhammed Huseyîn jî derbarê mijarê de  bang li kesên li derdora Mescîda Eqsayê kir û ji wan xwest ku bila tu kes di mijara têketina Mescîda Eqsayê de ecele neke û bila hemû kes li benda rapora komîteyê bin.(ÎLKHA)

 

 

 

 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.