Barzanî: Eger Malikî nekare tohmetên xwe îsbat bike divê hesab bide

Barzanî: Eger Malikî nekare tohmetên xwe îsbat bike divê hesab bide

Barzanî: Eger Malikî nekare tohmetên xwe îsbat bike divê hesab bide

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, Bexda bi taybet Malikî dixwaze şikestina xwe bi tohmetbarkirina Hewlêrê veşêre û got, eger Malikî nekare tohmetên ku li Hewlêrê dide piştrast bike divê bedela wê jî bide.
 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Tevgera Hevpeymaniya Niştimanî ya Iaqê Eyad Ellawî kir.
 

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê hatin axaftin û Ellawî dilgiraniya xwe li hember kûrbûna kirîza Iraqê nîşan da.
 

Ellawî, her wiha diyar kir ku divê li Iraqê pîvanên lihevhatin û lihevkirinê bên cîbicîkirin û saziyên niştimanî bi awayekî bêalî bên avakirin.
 

Li gorî malperê, Barzanî jî behsa rewşa Mûsilê kir û got, 6 mehan beriya rewşa niha hişyarî daye rayedarên Bexdayê û Malikî lê ti kesî guhdarî wî nekiriye û niha jî dixwazin şikestina xwe bi rêya tohmetên vala li dijî Kurdistanê veşêrin.
 

Li ser binecîhbûna hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî Barzanî got, jixwe hêzên Pêşmerge li wan deveran hebûn lê piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji wan dervan vekişiyan hêzên Pêşmerge ew valahî tijî kirin, çimkî eger wisa neba niha ew dever ketibûn destê terorîstan û xelkê wan deran rastî xeter û tirsên mezin dihatin.
 

Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa Iraqê jî ragihand, piştî sala 2003an daxwaza kurd ew bû ku Iraqek dûr ji nakokiyên mezhebî were avakirin lê ji ber siyaseta xelet rewşa niha derket holê û wiha axivî: “Eger ev zihniyet û rayedarên niha li ser desthilatê bimînin wê demê Iraqê dê ji hev belav bibe.”
 

Mesûd Barzanî, li ser tohmetên vê dawiyê yên Malikî li dijî Kurdistanê ku gotibû “Kurdistan bûye hêlîna DAIŞ û terorîstan” jî got, ev tohmet, tohmetek mezin e û divê Malikî vê yekê piştrast bike eger nekare vê yekê nîşan bide divê hesab bide.
 

Barzanî, her wiha anî ziman ku diviya serokwezîrê Iraqê li hember pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, wîjdana xwe nîşan bida.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.