Bavê 4 şehîdên Sûsayê hat definkirin

Bavê 4 şehîdên Sûsayê hat definkirin

Merhûm Hecî Mistefa Fîdanciyê bavê 4 şehîdên Sûsayê yên ku di sala 1992an de li Sûsayê ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin, hat definkirin

Hecî Mistefa Fîdanciyê bavê 4 şehîdên Sûsayê yên ku di sala 1992an de li Sûsayê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin li nexweşxaneya ku lê hat rakirin wefat kir. Merhûm doh êvarê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve li Goristana Sûsayê li kêleke lawên xwe yên şehîd hat definkirin.

Merhûm Hecî Mistefe, ev bû demek ji ber nexweşîya xwe li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat tedawîkirin. Lê digel temamê midaxeleyan Hecî Mistefa çû rehma Xwedê.

Naaşa Hecî Mistefa Fîdanci  doh ji teref naskirîyên wî ve ji mirîxaneya nexweşxanê hat girtin û li Goristana Sûsayê li kêleka ewladên xwe yên ku ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin hat definkirin.

Mela Mûnîr Şanliyê Endamê Îttîhadul Ulemayê piştî definkirina merhûm axavtinek kir û diyar kir Hecî Mistefa Fîdanci ji bo doza Îslamê gelek zêde bedel dane ku ew ê Xweda ji bo vê yekê wî efû bike.

Şanli di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Rehmetlî ji bo doza Îslamê gelek zêde cefa kişand. Di vê oxirê de 4 lawên xwe feda kir. Şehîd ji 70 kesên nasên xwe re şefaatê dikin. Di rêya vê dozê de pîyên Hecî sabît bûn û ew ji doza Xwedê re sadiq bû. Xwedê sebrê bide nasên wî. Em heqê xwe bo merhûm helal bikin.”

Ew ê tazîye li Mala Şînê ya Bahçelîevler bê qebûlkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler