Bavê mehkûmê Yûsufî: Xweda dê hisabeke bi şiddet bipirse

Bavê mehkûmê Yûsufî: Xweda dê hisabeke bi şiddet bipirse

Mihemed Salih Boldagê bavê mehkûmê Yûsufî ye derbarê lawê xwe de diyar kir, lawê wî bi kumpasên FETO hatiye girtin û dû re wiha got: “Ger îro ji vê yekê re dengê xwe nekir, dê Xweda sibe hisabeke bi şîddet ji wan bipirse.”

Turan Boldagê  ku ji ber hesasîyeta xwe ya Îslamî bi kumpas û komployên FETO hatiye girtin ev 19 sal in ku di girtîgehê de tê girtin. Mihemed Salih Boldagê bavê Turanî derbarê rewşa lawê xwe û neheqîya ku lê tê kirin de diyar kir ‘Demildest divê bo Yûsufîyan edalet bê tesîskirin.”

Bav Mihemed di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de diyar kir ew ev bû 38 eyd ku ji lawê xwe dûr e û dû diyar kir “Ew Brunsonê keşeyê sîxûr ê ku tê diyarkirin li ser navê PKK û FETO sûc kiriye demildest hat berdan; lê belê derbarê wan mehkûmên ku bi salan belesebeb di girtîgehê de tên girtin û ji mirinê re hatine terkkirin tu xebat nayê kirin.”

Bav Boldag di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema lawê wî berî vê 19 salan hat girtin 12 rojan îşkence lê hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî îşkenceya ku 12 rojan lê hat kirin re, lawê min birin mehkemê û digel ku tu sûcê wî tunebû 36 sal dayê. Lawê min Turan niha di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Wanê ye. Pir nexweş e.”

 “Rewşa lawê min qet nebaş e”

Boldag di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî bi şikleke baş nayê tedawîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çendîn caran me daxwazname da dozgerîyê. Ji ber vê yekê dozgerî ferman da midûrê girtîgehê û got ku ‘vî nexweşî bibin bidin tedawîkirin.’ Ji ber vê yekê midûr bo fermanê bîne cî lawê min dişîne nexweşxanê; lê belê hebekê êşê didinê û wî cardin dişînin girtîgehê. Çendîn carên din dîsa me daxwazname da, da ku lawê min bibin nexweşxanê û bi şikleke baş ew tedawî bikin; lê belê her cara ku wî dibin, ew qet kontrol nakin û li ser nexweşîya wî nasekinin. Rewşa lawê min nebaş e.”

 “Bila nebin sedem ku ev mezlûm  nifiran li wan bikin”

Bav Boldag di berdewama axavtina xwe de bang li serokomar kir da ku edalet bê tesîskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Brunsonê keşeyê sîxûr ê Amerîkayî hat berdan, lê belê ew mehkûmên ku belesebeb û bêsûc bi salan di girtîgehê de tên girtin hêj nehatin berdan û bo vê yekê jî tu xebat nayên kirin. Bila li hember vê neheqîya ku li mezlûman tên kirin bêdeng nemînin, ger ji vê yekê re bêdeng bê mayîn dê Xweda sibe hisabeke bi şiddet bipirse. Bila nebin sedem ku ev mezlûm  nifiran li wan bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.