Bavekî din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir

Bavekî din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir

Bavê Yûsifîyê ku 22 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin û di wextê wê de gelek îşkence lê hatin kirin bi hesreta lawê xwe rehmet kir.

Mustafa Dayan di sala 1995an de dema ku xwendekarê Fakulteya Tipê bû ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat binçavkirin  û kumpas û komployan hat girtin. Sabrî Dayanê bavê Mustafa Dayan ev demek dirêj bû ku ji ber nexweşîya xwe nikaribû biçe dîtina lawê xwe li nexweşxaneya ku lê tedawî didît bi hesreta lawê xwe çû rehma Xwedê.

Dayanê ku bi hesreta lawê xwe rehmet kir piştî nimêja cinazê ji teref hezkirîyên xwe ve li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Mehmet Salih Dayanê ku kekê Sabrî Dayan e derbarê kekê xwe de diyar kekê wî 22 salan bi hesreta lawê xwe şewitî û bi wê hesretê wefat kir.

Dayan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di piştî demajoya 28ê Sibatê li Tirkîyê û li herêma me di wan derdorên bi kaos de gelek însan bêsûc û bêsebeb hatin girtin û hatin avêtin girtîgehê. Bes sûcekî wî hebû, ew jî kirina nimêjê û dayîna derda Qur’anê bû. Û hêj di girtîgehê de tê girtin. Gelo tarîfa vê êş û elemê heye? Herî dawî bayê felcê lê dabû. Dema ku navê lawê wî dihat zikirkirin rondik ji çavên wî dihatin xwarê. 2 salan bi felc ma.”

Vedat Bîlgeyê ku hevaldoz û dostê girtîgehê yê Mustafa Dayan e destnîşan kir Dayan di 23 salan de gelek hindik bavê xwe dîtiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê wî nexweş bû, ev bû çend salên dawî ku bi felc bû. Bavê wî nikaribû were girtîgehê. Ew kesên FETOyîst û damezrînerên 28ê Sibatê yên  ku vê hesretê pê dan kişandin û ceza dan wan ketin girtîgehê. Bavê wî ji teref derdorê ve dihat hezkirin. Em li heman taxê man. Dû re em pêkve ketin girtîgehê. Mustafa xwedî exlaqekî xweş û nerm bû. Tu kes jê ne gilîdar bû. Ew qas dilzîz e ku dema xebara wefata bavê xwe bistîne dê hilweşe. Xweda dê hesabê vê êşa ku bi wî dane kişandin him li vê dinyayê û him jî li dinyayê din bipirse.”

Bîlge di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê ew mehkûmên ku mexdûrên FETO û 28ê Sibatê ne ji nû ve bên darizandin.

ÎLKHA












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.