Bedirxan: PYDê lîstika rejîmê dilîze

Bedirxan: PYDê lîstika rejîmê dilîze

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê libnanî Ebdulwehab Bedirxan di paneleke taybet de ku duh, saet şeşê êvarê bi dema Hewlêrê li ser ekrana Rûdawê bi awayekî zindî hate weşandin,rola siyasî ya kurdên Sûriyê di rewşa niha ya Sûriyê de nirxand.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê libnanî Ebdulwehab Bedirxan di paneleke taybet de ku duh, saet şeşê êvarê bi dema Hewlêrê li ser ekrana Rûdawê bi awayekî zindî hate weşandin,rola siyasî ya kurdên Sûriyê di rewşa niha ya Sûriyê de nirxand.

Bedirxan ku bi awayekî sereke di rojnameya el-Heyat a Erebî de ku li Londonê derdiçe dinivîsîne, got: "kurdan li Sûriyê xwe ji nişkave di nava kirîzekê de dîtin ku rewşeke xweya taybet ne di sersiya rejîma ku em hêvî dikin bibe ya berê û nejî di sersiya şoreşa ku rû dabû zelal nekiribûn.

Bedirxan diyar kir ku di destpêka şoreşa Sûriyê de, rejîmê hewl da ku kurdan ber bi xwe ve vekşîne û opozisyon jî bi awayekî şaş derbarê kurdan de tevgeriya û bi tirs û bi heman eydyolocî û hişê kevin ê bi netewperestî û erebperestiyê barkirîbû nêzîkî daxwazên kurdan bû ku di rastiyê de çanda heman çavkaniya ku rejîmê jê vexwariye.

Bedirxan got ew di wê baweriyê de ye ku rewş niha hinekî hatiye guhertin, ji ber ku beriya her tiştî Kurd an xwe bi xwe ji bo danûstandina bi rewşa Sûriyê re rêk xistin û li ser bingeha berjewendiyên xwe yên taybet û ev yek tê têgihştin û qebûlkirin û kurdan hewil nedan ku zer û ziyanê bighînin şoreşa Sûriyê û ev jî karekî baş e û zû tevlî biçekkirina şoreşê nebûn û ev yek jî şoreşa Sûriyê tê de ne serkeftî bû.

ji aliyekî din ve, Bedirxan got ku rejîmê karîbû destê xwe derbasî nav rêzên kurdên Sûriyê bike di rêya paşmayên PKKê ku bi Ocelaniyên nû bi navkirin, ango Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi gotina wî lîstika rejîmê dilîze û zirar gihandiye doza kurdên Sûriyê, lê Bedirxan diyar kir ku beşek din ji kurdan ligel hevpeymaniya opozisyona Sûriyê kar dike û bi omîdî ye ku pirsa kurd di Sûriyeke demokrat de bê çareserkirin û got ev e rêya rast li pêş kurdan.

Derbarê helwesta opozisyonê ji mafên kurdan, Bedirxan got opozisyon ne li dijî mafên kurdan li Sûriyê ye lê ew dibêje ku ew ne di rewşekê de ye ku karibe van mafan bi hûrgilî bipejirîne û da zanîn ku pêşketineke mezin di helwesta opozisyonê de ji mafên kurdan rû daye û tekez kir got divê opozisyon hemû mafên kurdan weke neteweyeke cîwaz qebûl bike.

Di heman çarçoveyê de, rawêjkarê berê yê serokomarê Îraqê Celal Talbanî, nivîskar Kameran Qeredaxî diyar kir di sersiya vê rewşa zehmet de, pêwîst e ku kurd sûdê ji ezmûna tevgera kurdî li Başûrê kurdistanê û ji pêwendiyên xort di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de erbigrin ji bo darijandina hinek hevtêgihştina ku wê di berjewndiya wan de bin.

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.