Berdêla pêvçûnan xelkê Farqînê da

Berdêla pêvçûnan xelkê Farqînê da

Di encama şer û pevçûnan de dîsa xelk zirar dît.

Xelkê Ferqînê piştî pevçûn û şerê ku li Ferqînê derket re axivîn û destnîşan kirin ku  di encama bûyeran de yên ku zirarê dibînin dîsa ew in.Di encama şer û pevçûnên ku derketibûn de  gelek mal, kargeh û wesayît hatibûn şewitandin.

Wek ku tê zanîn duh li Farqînê ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve  derketina derve hatibû qedexekirin ku ew qedexe îro di seat 07.00an de bi dawî bû. Di wextê qedexekirinê de di dumahîya şerê ku derket de 1 PKKyî miribû 2 jî birîndar bûbûn.Piştî ku qedexê bi dawî bû re zirara ku hatibû dayîn eşkere bû. Di encama şer û pevçûna ku di navbera polês û PKKyîyan derket de  dîsa xelk zirar dît.

Her wek ku tê zanîn li navçeya Farqîna Diyarbekirê li hinek taxan hendek hatibûn kolan û rê bi çekên lûle dirêj hatibûn birîn. Her wiha geh geh him ceyran him av him jî şebekeyên GSMyan qut bûbûn.

Di wextê qedexekirinê de li Ferqînê di navbera  polês û PKKyîyan de şer û pevçûnên dijwar derket. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku di pevçûnê de çekên giran jî hatine bikaranîn.

Xelkê Farqînê piştî ku qedexeya derketina derva rabû re ji malên xwe derketin. Xelkê taxê destnîşan kirin ku ev dîmenên pevçûnê mîna şerê navxwe ya Sûriyê ye.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.