Bereketa Remezana Şerîf

Bereketa Remezana Şerîf

Ji sunnet û ‘emelên hz. Resûlûllah û hz. Cebraîl e ku di meha remezanê de Quran bi muqabeleyê bê xwendin û teqîbkirin.

Hz. Cebraîl di her meha remezanê de dihat ba Resûlê Ekrem û ayetên Quranê yên heta wê demê nazil bûbûn, bi muqabeleyê dixwendin.

Xelkê musluman ji bo bicankirina vê sunnetê, di her remezana şerîf de baz didin camiyan û tevlî muqabeleya Quranê dibin. Îsal li hemû camiyan muqabeleya Quranê, bi teweccuheke mezin tê kirin.

Her wiha xelkê musluman ji bo şiûrbûnê sohbetên ku melayên camiyan dikin jî pirdîqet guhdarî dikin û ji bo xêr û bereketa meha remezanê, destê xwe vedikin û dua dikin. (Hürseda Haber)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler