Bernama “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” dest pê kir
Platforma Evîndarên Pêxember li Diyarbekirê bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” li dar xist û bername Mewlûdê bi kêf û coş dest bê kir.
Platforma Evîndarên Pêxember li Diyarbekirê li Qada Mitîngê ya Newrozê bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” li dar xist. Bernama Mewlûdê bi kêf û coş dest bê kir.
Xelkê Diyarbekrê eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku li Qada Mîtîngê ya Newrozê hat tertîpkirin da. Ji bilî gel partîyên siyasî, rîspî û temsîlkarên sazîyên civakî yên siwîl jî beşdarî bernameyê bûn.
Bernameya ku bı tilaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir bi dengkirin îlahîyan berdewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.