Bernameya danasînê ya Cemîyeta Mafên Mirovan hat tertîpkirin

Bernameya danasînê ya Cemîyeta Mafên Mirovan hat tertîpkirin

DİYARBEKİR - Cemîyeta Mafên Însanî yê ku bi armanca têgihiştineke Îslamî ji bona parastina heq û heqîqetan hatiye damizrandin bernameya xwe ya danasînê tertîp kir.Serokê Cemîyeta Mafên Mirovan Parêzer Mehmet Karadag di bernamê de axavtinek kir û diyar kir

Cemîyeta Mafên Însanî yê ku bi armanca têgihiştineke Îslamî ji bona  parastina heq û heqîqetan wek navend li Diyarbekirê hatiye damizrandin  di oteleke taybet de civîna xwe ya danasînê li dar xist. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Serokê Bajêra Diyarbekirê yê Partiya Saadetê Fesîh Bozan, Sekreterê Giştî yê  Îttîhadu’l- Ulemayê Mehmet Ozer û  gelek STK, karsaz, nivîskar û akademîsyên beşdarî bernamê bûn.

Bernameya  danasiyê ya  ku moderatortiya wê Zihnî Çapinê ku endamê Cemîyeta Mafên Mirovan e dikir  bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Piştî tîlaweta Qur’anê , sînevîzyoneke ku tê de qala zilmên ku hatine kirin, mafên însanan ên ku hatine îhlalkirin û tê de qala îşkence û zilman dihat kirin hat weşandin.

Serokê Cemîyeta Mafên Mirovan Parêzer Mehmet Karadag di bernameya ku hat lidarxistin de axavtinek kir.Karadag di axavtina ku kir de diyar kir: “Bi şikleke sistematik îhlalkirina mafan berdewam dike û medeniyeta xerbê qet nikare însanetîyê bigihijîne selametiyê, lewra ew ji vê yekê pir dûr in. Em ê li dijî van îhlalên ku di warên mafên însanî de tên kirin  Îslamê ji xwe re refarans bigirin û bi van îhlalan re mucadele bikin.”

Karadag di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ew krîterên ku di bingeha wan de hêrs û hêz heye û her wiha ji însanetîyê dû re  bi tena serê xwe nikare wê pergela nirxan a ku hewcîtî jê re heye pêk bîne ku ev yek jî bi tecrubeyên bi jan û êş hatiye fêmkirin.Ji ber vê yekê ev rewş digel hatina xwe lêgerîna nirxan jî derxistîye holê. Ew teoriya mafên însanan a li xerbê jî berhema vê lêgerînê ye.Ev teoriya ku di destpêkê de bingeha wê li ser ‘Fikra hiqûqa asayî’ û ‘peymana civatî’ hatiye avêtin  bi tesîra şert  û mercên siyasî û civatî hat revîzekirin û wek ‘Mafên civatî’  hatiye pêşvebirin û hatiye piştgirîkirin.”

Karadag di berdewama axavtina xwe de diyar kir hêj li gelek cihên dinyayê  şer û qetlîam berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew îhlalkirina mafên însanî yên ku ji derveye sînorên rûmeta însanetîyê ne bi şikleke sîstematik hêj berdewam dikin.Ji welatan re demokrasî û mafên mirovan wek hincet  tên nîşandan û midaxeleyî welatan dikin.Digel van midaxeleyên ku têtin kirin dorhêla alozî û pevçûnê pêk tê ku ev yek jî li fedeya hêzên emperyalîstan e.”

Karadag di derbarê wezîfeya Mislimanekî ku ji zilman re dibe şahid de nirxandinan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nabe ku Mislimanek ji geşedaniyên ku li welatê ku lê dijî û li dinyayê pêk tên re bêeleqe  bimîne. Di nava wezîfeya ku ji însan re hatiye dayîn de tesîskirina edalet û heqê jî heye ku ev yek jî berpirsiyarek e.” 

 “Em mecbûr in ku bibin parêzerên mafên bingehîn a ku Xweda bexşê hemî însanan kiriye”

Karadag bal kişand ku dê referansa wan a di derbarê tekoşîna mafên însanan de hikmên Îslamî bibin. Dûvre Karadag axavtina xwe wiha domand: “Ji ber vî yekê Em mecbûr in ku bibin parêzerên mafên bingehîn a ku Xweda bexşê hemî însanan kiriye. Bi hikmên Îslamî yên ji bo hemî Mislimanan û  xebatên di derbarê mafên însanan ji me re çarçûvekî nezerî û tetbîqî diyar dike. Mimkûn nînin ku hişmendiya mafên însanan ê ku çavkaniya wî Rojava ye û di peyman û danezanên navneteweyî de ciyê xwe girtiye di vî çarçûva me ya ku Îslamê referans hiltîne de ciyê xwe bigire.”

 “Em pazarkirina vî mijarê jî wek îxlalkirina mafên însanan a giran dibînin”

Karadag diyar kir ku Pirsgirêk Kurdan di holê de bêçareserî maye. Dûvre Karadag axavtina xwe wiha domand: “Divê ku di derbarê hikmên ku ji teref Xweda ve hatiye dayîn de bê hesab û kitab gavên muşexxes werin avêtin. Em pazarkirina vî mijarê jî wek îxlalkirina mafên însanan ên giran dibînin. Em îktîdara siyasî ya ku bi hişmendiya dewleta neteweyî hereket dike di derbarê helwesta wê ya dûrûtî de wek pirsgirêka bingehîn dibînin.”

Dûvre Karadag wiha pê de çû: “Em ji vir beyan dikin ku çavkanî û sedema wî çi dibe bila bibe dê em li dijî cudakerî û zilma ku wek îxlalkirina mafên însanan tê hesibandin bibin. Çawa ku nehesibandina ziman û çandê îxlalkirina mafan e bi heman şiklê kişandina pevçûnan a li bajaran û têxistina gel a nav şeran jî îxlalkirina mafên însanan e.” (ÎLKHA)

 

















 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.