Bersûcên qatil ên cinayeta Cevzet Soysal hatin berdan

Bersûcên qatil ên cinayeta Cevzet Soysal hatin berdan

6 kesên ku wek bersûcê Cevzet Soysalê ku di sala 1998an de ji teref FETO ve hatibû qetilkirin dihatin darizandin serbest hatin berdan.

Weke ku tê zanîn di sala 1998an de Cevzet Soysalê ku ji teref endamên FETO ve hatibû revandin bi îşkenceyan hatibû şehîdkirin û ceseda wî jî li çolterê hatibû veşartin. Berî vê du heftîyan di bergeha lêpirsîna ku derbarê vê qetlîamê hat destpêkirin de 2 jê teqawîdbûyî, 2 muwazzaf  tev de 4 polês hatibûn girtin û 2 polêsên ku ji FETO hatine girtin jî tevlî lêpirsînê hatin kirin. Ev 6 bersûcên ku navê wan di bergeha lêpirsînê de derbas dibin doh sewqî edlîyê hatin kirin û ji teref mehkemê ve bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

“Di vê lêpirsînê de bersûcê sereke Fethullah Gulen e”

Veysel Topkanê parêzerê malbatê derbarê mijarê de bertekên xwe nîşan da û diyar kir: “ Digel temamê belgeyan û îfadeya Hulusî Cemîl Altinliyê ku polês e ew 6 kes bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Altinli di îfadeya xwe de diyar kiribû ew 6 kes digel hev Soysal revandine û di mala polêsê bi navê Cem de girtine û bi talîmata Fethullah Gulen stûyê wî şikandine  û wî înfaz kirin û dû re li nêzî gundê Guvercînlî veşartine. Her wisa Altinli got ku di dema binaxkirina naaşa Soysal de 4 polês amade bûn û li cihê bûyerê bûn. Dozgerî temamê van beyanatan wergirt.Di vê lêpirsînê de bersûcê sereke Fethullah Gulen e.”

“Edalet weke ku em dixwazin birêve naçe”

Mucahît Soysalê lawê Cevzet Soysal e derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û got: “ Ev 14 roj in ku biryar hatiye dayîn da ku kesên bavên min qetil kirine bên binçavkirin.Me hêvî kir ku naaşê bavê min vê dîtin. Lê belê edalet weke ku em dixwazin birêve naçe. 6 kesên ku bavê min qetil kirin hatin berdan. Digel temamê delîlan û beyanetên Hulusî Cemîl Altinli ew 6 kes hatin berdan. Hikûmet divê temamê delîlan li ber çavan bigre û qerarê cardin  binirxîne. Ji 17 bersûcan bes 6 kes hatin binçavkirin. Berî ku ev kes jî birevin, divê hikûmet tedbîran bistîne. Bes me naaşê bavê xwe dixwazin. Em dixwazin ku edalet tecellî bike.

ÎLKHA




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.