Bertekên ji Rojnameya Tirkiye re didome
Ji manşeta rojnameya Tirkiyeyê ya ku wek. “Diyanet çima hêj xwedî lê derdikeve? Wîladeta Pîroz projeyeke FETO ye” re ji teref Îttîhadu’l Ulema û Platforma Evîndarên Pêxember ve bertek hat nîşandan.
Ji teref Îttîhadu’l Ulema û Platforma Evîndarên Pêxember ve ji ber ku bi îmzaya Abdulhakîm Arvas ê ku di rojnameya Tirkiyeyê de di derheqê Wîladeta Pîroz de ev bername wek “Projeya FETO” û xerabet hat wesifandin bertek hat nîşandan.
Platforma Evîndarên Pêxember, îthamên ku rojnameya Tirkiyê di derheqê bernameyên Wîladeta Pîroz de kiriye wek dijmintiya li dijî Îslamê wesifand. Alîkarê Serokê Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhadu’l Ulema) Mela Mehmet Şenlîk jî diyar kir ku bi vê xeberê hewl didin ku fêmkirin û hînbûna jiyana Pêxember were astengkirin.
Platforma Evîndarên Pêxember, îthamên ku rojnameya Tirkiyê di derheqê bernameyên Wîladeta Pîroz de kiriye wek dijmintiya li dijî Îslamê wesifand û diyar kir ku ev ji xeynî cehalet û xefletê wek zanîn tê kirin.
“Kirina mijara polemîkê ya Wîladeta Pîroz an ji ber dijmintiya li dijî Îslamê yan jî ji ber cehalet û xefletê ye”
Di daxuyaniya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Qendîla Mewlîdê, bi gotina me ya îro Wîladeta Pîroz, li hinek welatên Îslamê gor Teqwîma Hîcrî di meha Rebîul-Evvel de û li hinek welatan jî gor Teqwîma Mîladî di meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Bernameyên wiha yên ku armanc ew e Pêxemberê ji civakê re bidin naskirin dikin mijara polemîkê. Ev yek an ji ber dijmintiya li dijî Îslamê yan jî ji ber cehalet û xefletê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Pêxemberê me nirxa Ummetê ya hevpar e. Nasandin û danhezkirina Wî wezîfa herkesê ye. Bernamreyên wiha bes ya komek an cemaeteke nîne. Ev nêrîn çewt e. Wek Platforma Evîndarên Pêxember, em van helestan rast nabînin û bang li hemî komên Îslamî dikin da ku bernameyên wiha lidar bizxin.
Alîkarê Serokê Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhadu’l Ulema) Mela Mehmet Şenlîk, destnîşan kir ku ev bername nû nayên tertîpkirin. Ev bername, piştî qerna 3 yemîn a Hîcrî dest pê kiriye.
“Bernameyên Wîladeta Pîroz kevneşopa Selehaddîn Eyyûbî û Nurettîn Zengî ye”
Şenlîk diyar kir ku bernameyên Wîladeta Pîroz kevneşopa Selehaddîn Eyyûbî û Nurettîn Zengî ye û hêj di wê heyamê de wek merasîm hatiye lidarxistin. Dûvre Şenlîk wiha diyar kir: “Wan wê çaxê merasîmên mezin lidar xistine. Wan ji herêm û eyaletên din alim û însanên dîndar dianîn cemhev û dûvre xwarin didan wan. Gor rîwayetan ev der Nisêbîn e. Ji wê pê ve bernameyên Wîladeta Pîroz destpêkirine û tên lidarxistin. Bernameyên Wîladeta Pîroz kevneşopa Selehaddîn Eyyûbî û Nurettîn Zengî ye.”
Şenlîk, diyar kir ku bernameyên di derheqê Wîladeta Pîroz de di heyama Selaheddîn Eyyûbî de dest pê kiriye û armanc ew bûye ku mesaj ji gel re were dayîn. Vê kevneşopê îro Serokatiya Karûbarên Diyanetê, Platforma Evîndarên Pêxember, Cemiyeta Mustezefan û STKyên din didomînin.
Şenlîk, di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ku di merasîmên Wîladeta Pîroz de qala peyamên Wî yên Îlahî tên kirin. Tê gotin ku ev bername, bîdet û xurafe ne. Ev gotin çewt in. Dûvre Şenlîk wiha diyar kir: “Hinek kes wek zanîn wan bernameyên wiha di civakê de xerab didin nîşandan û hewl didin ku bikin aîdê kesên ku hatine tecrîdkirin. Divê ku mirov vê lîstikê xera bike.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.