Bes HUDA PAR wek partî dikare vê valahîyê dagire

Bes HUDA PAR wek partî dikare vê valahîyê dagire

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir “Bes HUDA PAR wek partî dikare vê valahîyê dagire.”

Li Entabê ji teref HUDA PARê ve mîtîngek hat tertîpkirin. Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî beşdarî mîtîngê  bû axavtinek kir.

“Bes HUDA PAR wek partî dikare vê valahîyê dagire”

Yavuz di axavtina xwe ya ku di mîtîngê kir de balan kişand li ser valahîya di siyasetê de û diyar kir muxalefeteke ku xetayên îqtîdarê jê re bibêje tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “Baş e, gelo me însan xetayan dike? Belê. Kî zêdetir xetayan dike gelo hûn dizanin? Ew kesên ku hêzê di destên xwe de digirin. Lewra hêz bi jêhr e û bi jehrê dixe. Vê yekê Rebbê me dibêje.’ Bêşiphe nefîs neqencîyê emir dike û neqencîyê arzû dike.’  Mixabin nebaşîyeke bi vî awayî ya îqtîdaran heye. Ger li hember wê îqtîdara ku hêzê bi dest bixe muxalefeteke bi qewet tunebe ew ê ew îqtîdar millet bi jehrê bixe. Vaye xetareyeke wisa heye. Ji ber wê yekê pêwîstî bi makenîzmayeke siyasî heye da ku hêz û îqtîdarê hişyar bike û bibêje ‘ Ey birêz Serokomar! Ev qerara we bi xeta ye. Hûn mecbûr in ku dev ji vê xetayê berdin. Ex xelet e  û ew ê ev yek zirarê bide we û millet û memleket. Ew ê ev xeta dê zirarê bide ummetê.’ Bes HUDA PAR wek partî dikare vê valahîyê dagire.”

ÎLKHA
















































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.